Beyar Robarî  –   Hîro şemî ye

Rûnişt li tenîşta min û girt cî ye

Û pirsî û got:

Hîro çî ye?

Min got:

Hîro şemî ye

Û bejin te narînê sewl û bî ye

Wê got:

Tu zar xweşî lê te negot tu kî ye??

Min got:

Navê min Robarî ye û ez xelkê vî bajarî ye

Û navê narinê çî ye?

Wê got:

Barbara û ez jî wek te danîşvana vî bajarî ye

Min got:

Navek ciwane wek xudî ye

Kenî û got:

Karê te çî ye?

Min got:

Bo?

Wê got:

Jiber axiftina te ne asayî ye!!

Û zimanê tu pê daxivî taybetî ye!!

Min got:

Gotina te bicî ye

Û karê min wêjevanî ye

Dîke li min nêrî û got:

Oh tiştek zor balkêş û ciyê rêzdarî ye

Tu çi dinivisînî?

Min got:

Te çi xwastî ye

Wê got:

Wek çi?

Min got:

Babet, mijar, gotar, lêkolîn, helbest, ziman, çîrok û serpêhatî ye.

Dev jihev vebû û ma metmayî ye!!

Piştî çend çirikan bihêna xwe kişand û got:

Karê ciyê serbilindî ye

Û dipêre pirsî û got:

Nivisandina te bi kîjan zimanî ye?

Min got:

Bi Kurdî û Erebî û ……..

Wê got:

Bo tu nanivisînî bi zimanê vî welatî ye??

Min got:

Ez hezdikim binivisînim lê jibo min zimanê wêjeyî zehmetî ye

Pirsî û got:

Tu çi vedixî ye??

Min got:

Sormeya tirî ye

Got:

Başe, lê ez dixwaz vexwum bîrak Holendî ye

Min got:

Noş û can be û zar tu tî ye!!!

Got:

Gotina taste û li cî ye

Min pirsî û got:

Tu tiya çî ye?

Narîn bişirî û got:

Tu werî rastiyê ez tiya evînî ye!!

Min anîn du zarok û hîro ez jinebî ye

Lê dilê bi evînê ji berê bêtir tî ye

Û pirsî û got:

Rewşa dilê te çî ye

Ger ne nehênî û bidizî ye??

Min got:

Ez bi tenê dijîm û xweşî ye

Wê got:

Ma ne baştire jiyana bihevaltî ye?

Min got:

Erê û na, û ma kî zane başî çî ye??

Wê got:

Axiftina te li cî ye

Her hevaljînek birengek dî ye

Jiber perwerde her yekî ji me bişêwak dî ye

Ma tu naxwazî ezmûnekî hevjînek dî ye?

Min got:

Deriyê dilê min vekirî ye

Dimîne rast werim kesek wek te zerî ye

Ciwan û nazik û şengebî ye

Kenî û got:

Ez têgihîştim tu bi min razî ye

Û awirên te çavên te didin diyarî ye

Min got:

Gotina te rast û cî girtî ye

Û ger amedeyî gavek wisa bavêjî tev min ez razî ye

Bersîv hat ………………………………………………………………  .

27 – 06 – 2021

*******************

 

 

 

One Comment on “        Beyar Robarî  –   Hîro şemî ye”

  1. Dostanî û hevaltî û hevjînî …
    Tu nizanî kîngê dibe agirî an xalî …
    Lê yê ku em dizanin, bi timî …
    Jiyan afirî bi rê û şans û bextî …
    Û mirin afirî bi girtina wan derî …

    Bira Beyar Robarî
    Bimîne tev xweş-barî

Comments are closed.