Lo delal .. lo heval
Ticar nare Şengal ji bîr û bal
Ew e ciyê bab û kal
Û motika ola me kurdan bihezar sal
Ciyê ronî, ciyê bîrûbawerî û kaniya zelal
***
Lê narîn .. lê xezal
Şengal warê şêr û şepal
Warê Derwêşê Evdî û Edûla nazdelal
Û Laleşa pîroz dîroka me ye û çand û sîpal
Ew e warê Yazdan û mal
***
Ey Şengala li bal
Ûwarê pîroz û delal
Bawerke tu bi piştî û hem bi pal
Û te dît çawa bezîn hogir û heval
Û şervanên Kurd ji te re bûn pişt û pal
Û rizgarkirin kolan bi kolan û mal bi mal
Û parastin kec û zaro û jin û babên kal
Kurdên me ji Efrîn ta Qendîl neman kor û lal
Rabûn ser pêyan wek piling û şepal
Û berxwedan bimêranî weke hercar lê heval
Û têkbirin neyarê Dahêş ew hirç û hov û sewal.
03 – 08 – 2021


كاك بيار روباري المحترم
تحية
للاطلاع:
https://www.iraqicp.com/…/var…/30762-2020-01-18-19-25-57
محمد توفيق علي