Pir Kurd hene biçavekî nizim li zimanê xweyî zikmakî dinêrin. Ev jî çewtîk pir mezin e. Sedemên vê bûçûnê gelekin ji wan:
1/ Nezanebûna zimanê xwe ye. Wek em zanin piraniya kurdan bi zimanê xwe baş nizanin, ez li ser zimanê kurdî “bijavtî” daxivin ne li ser zaravan wek (Soranî, Kirdikî, Kelhorî, …)
2/ Ev bawerî dijminên gelê Kurd di serê kurdan de bi sedsalan çandinî.
3/ Bindestiya Kurd û zimanê wan bi hezar salan.
4/ Nebûna zimanê kurdî zimanê bazarê di 500 salên dawî de.
5/ Perwerdebûna kurdan bi zimanê dijminan.
6/ Nivisandina rewşenbîrên Kurd bi zimanên biyanî û biteybetî zimanên dijminan.
Jibûna Kurd ji bin vê bindestiyê rizgar bibin, divê xwe baş fêrî kurdî bikin zimanê xwe xwe baş binasin. Wê demê hûnê bixwe bibînin zimanê we çiqas nazik, hêsan û dewlemed û bihêz e. Birêya vê babetê ez dixwazim şanî we bidim, çiqas ev ziman hêja ye û xwedî derfetek mezin e û herwisa zimanê çand, hûner, perwerde û zanistiyê ye.
Û pir pêwîste, em wek netewa Kurd tenê têgînên (term) xwe bikar hûnin û yên tunenî divê em saz bikin û dînin. Nabe em li benda ti kesî bimînin, jiber kesek ji me re çênake û ev karê zimanzaneyên kurd e. Heger netewek rêza zimanê xwe negire û herdem têgînên biyanî bikar hûne, ew netew ne liyaqî jiyanê û ticar nabe xwedî çandek mezin û bibendor.
Helbet herkesek nikane bi vî barî rabe û astenga herî mezin li pêşiya pêşketina zimanê me hebûne zêdetirî sê ziman û elfbeya ne. Û duyemîn asteng partiyên me yên ramyarî (political) kû li hev rûnanin û biryara yekbûna zimanê kurdî nadin. Wek em dizanin sedem (reason) ron û aşkere ne. Bêgûman ti ziman paqij serîsedî sed (100%) tunene, lê divê em wek Kurd ta ji me tê, em kar û xebat bikin û piraniya têgînan xwe bi zimanê kurdî dînin.
Di vî warî de, divê em sûdê ji ezmûneya gelê Ciho bibînin û çawa wan zimanê xwe ji nûve vejandin û kirin zimanê wêje û zanistî û perwerdeyê di dibistanan de.
Herwisa pewîste ramyarvan (politicians) û rewşenbîrên Kurd pêşengiya vê pirojeyê bikim û bi taybetî zimanzan. Û ticar nabe kurdek zimanê xwe kêmtirî zimanên din bibîne. Di pêşiyê de, ezê ji we re şirovekim û diyarkim ÇIMA.
Tev kû bihezar salan zimanê Kurdî bindest bûye û bitundî şerê wî hatî kirin, lê tev wê jî, ta roja hîro ez kanim bêjim zimanê me gelekî baqij mayî. Ez bawerim zimanê me kane di navbera dehe (10) salan de gelek gavên mezin bavêje, heger ramyarvanên Kurd û bi taybetî li Başûrî Kurdistanê nebin asteng li pêşiya vê gavê û dest ji ew (elfbeya Erebî) berdin û zimanzane azad kar bikin û alîkariya wan were kirin.
Û niha em vegerin ser axiftina xwe, ÇIMA zimanê me ne kêmtirî ti zimanên dine ji wan zimanê Îngilîzî.
*****
Di kurdî de her tîpek biserê xwe ye, yanê dengke. Lê belam di Îngilîzî de ne wisa ye.
Tîpa- Ş
———
Mînak:
Di zimanê kurdî de tîpek tenê heye.
Şêrî sweet
Şer war
Şemî saturday
Şêr lion
Îngilîzî:
Di îngilîzî de bikêmasî çar cûre tîpên Ş hene.
Numîne:
Ship keştî
Ocean oqyenûs
Sure tekez, helbet
Dictionary Qamûs, Ferheng
Direction hêl, berve
*****
Tîpa- K
———-
Di zimanê kurdî de yek tenê heye.
Mînak:
Kevir stone
Kar work
Kevin old
Kin short
Îngilîzî:
Di îngilîzî de bikêmasî sê cûre tîpên K hene.
Numîne:
Cat pisîk
Kill kuştin
Queen Xatûn
****
Bilêvkirina (pronunciation) tîpa – S
———————————————
Mînak:
Serî head
Serok president
Sal year
Îngilîzî:
Di îngilîzî de bilêvkirina tîpa (S) wek tîpa (Z) tê xwendin.
Numîne:
His ya wî
Is ya, ew
****
Bilêvkirina (pronunciation) tîpa – U
———————————————
Mînak:
Duhu yesterday
Dudu two
Tu you
Ku where
Îngilîzî:
Di îngilîzî de bilêvkirina tîpa (U) bi çar şeweyan tê xwendin.
Numîne:
Sure —-> Ş
Sun —-> A
Busy —-> Z
Music —-> Y
****
Tîpa- Ç
———
Di zimanê kurdî de tîpek tenê heye.
Mînak:
Çawîr grass
Çar four
Çend how much
Çem river
Îngilîzî:
Di îngilîzî de bikêmasî sê cûre tîpên (Ç) hene.
Numîne:
Tecaher mamoste
Picture wêne
Patient nexweş
****
Tîpa- Û
———-
Di zimanê kurdî de tîpek tenê heye.
Mînak:
Ûtî iron
Kûr deep
Dûr far
Zêtûn olive
Îngilîzî:
Di îngilîzî de bikêmasî çar cûre tîpên (Û) hene.
Numîne:
True rastî
Two du
Too pir, gelek
Do kirin
****
Tîpa- F
———
Di zimanê kurdî de tîpek tenê heye.
Mînak:
Fere wide
Fîstan dress
Fêrbûn learn
Fedî shame
Îngilîzî:
Di îngilîzî de bikêmasî sê cûre tîpên (F) hene.
Numîne:
Father Bab, bav
Elephant fîl
Laugh ken
****
Ji bilî wê di zimanê kurdî, te çi got (bilêvkir) tu wê dinivisînî û herwisa tiştên nivisandî tu hemî dixwûnî. Belam, di zimanê îngilîzî de ne wisa ye.
Tîpa- G
———-
Di zimanê kurdî de va tîpa tê nivisandin û herwisa tê xwendin.
Mînak:
Gav step
Gol lake
Goz walnut
Îngilîzî:
Di îngilîzî de tîpa (G) tê nivisandin lê belam netê xwendin û herwisa gelek tîpên dijî.
Numîne:
Night (niht) hêvar
Light (liht) ronî
Right (riht) rast, ..
Writ (rit) nivisan
Wek we bi çavên xwe dît, hêz û hêsaniya zimanê kurdî û ne ev tenê. Ji bilî wê pqajiya zimanê kurdî û sazkirina peyvan. Gor ez zanim wek mamosteyê zimanê kurdî bîst salan li zanîngehê û tev xebatên zimanî, ez kanim bêtirs bêjim zêdetirî kû sersedî 96% têgînên zimanê me roja hîro hemî bi kurdî ne. Li hember wê zimanê îngilîzî serîsedî 65% têgînên Fransî û Yonanî ne, lê mixwebe pir Kurd vê rastiyê nizanin!!!!
Du taybetiyên gelê Kurd hene di warî zimên de ew ev in:
1/ Heger têgînek wî miletek din bir û bikaranî, bipiranî dest ji wê peyvê ber dide û yek din çê dike.
Numîne:
Qamûs:
Peyvek kurdî resene, jiber kû ereban birin û bikar anîn yek nû din danîn
(ferheng). Li gor min divê em peyva qamûs wek (dictionary) bikar hûnin û peyva
Ferheng wek (encyclopedia) bikar hûnin.
Depter (defter):
Depter peyvek kurdî resene û ereban ji zimanê me birinî û bi tenê (p) bi tîpa (d) guhartin, jiber ev tîpa di zimanê wan de nîne. Kurdan dest ji vê peyvê berdan û yek nû sazkirin û kirin (lênûs).
2/ Gelê Kurd ji kevin de, hewil dayî têgînên xwe sazkirinî û kêm têgîn ji zimanên din birinî. Ew peyvên biyanî ketinî zimanê kurdî, sedema wê bindestiya gelê Kurd e û tunebûna navendek zimên jiber nebûna dewletê.
Em jî hîro rêya kal û babên xwe dişopînin û bi rastî min wek zimanzanakî Kurd
gelek gavên hêja di vî warî de avêtinî û ezê çend numîna ji we re pêşkeş bikim.
Helbet ez ne bi tenê vî karî dikim, ji bilî min jî bêgûman hene û kar dikin.
Mînak:
Paşhefte: weekend.
Ta berî du salan, ev têgîna tune û min wek mamosteyê zimanê kurdî şerim dikir.
Ev têgînek lêkdirev e:
Paş + hefte —-> weekend.
Gotina (Dawiya heftê), vê wetayê nade û ew du peyvên, lê em kanin wan wek şirove bikar hûnin.
Padem: weather.
Paş + dem —-> Paşdem —-> Padem.
Çima me tîpa (ş) rakir jibûna peyv kinik bibe û mirov di bilêvkirinê de zehmetiyê nebîne.
Bîrdozî: philosophy.
Bîr + doz —-> Bîrdoz (Philosopher)
Bîr + doz + î —-> Bîrdozî.
Heşrêzî: logic.
Heş + rêz —-> Heşrêz. (Pisporê vê zanistiyê.)
Heş + rêz + î —-> Herşrêzî.
Şanxane: cinema.
Şan + xan + e —-> Şanxene.
Şan: show.
Şandan: shown.
Pîrkeç: spinster.
Pîr + keç —-> Pîkeç.
Pîrkeçî: spinsterhood
Pîr + keç + î —-> Pîkeçî.
Kehreman: electron – ἤλεκτρον.
Têgîna electron ya îngilîzî ji peyva Yonanî “ἤλεκτρον” hatî birin an wergirtin. Bixwe ew peyvek lêkdirev e (compound word).
Weteya vê peyvê tê wateya “kevirê ron” yê kû em jêre bi kurdî dibêjin (kevirê qizêzî).
Hêdî pêwîstiya me kurdan bikaranîna peyva (elktron) nîne û divê em Kurd têgînên xwe bikar hûnin.
Kehre + man —-> Kehreman.
Hevgîn: internet.
Hev + gîn —-> hevgîn.
Ev têgîn ji peyva “hevgiandin” hatî sazkirin. Û tê wateya hevgihandina mirovan û saziyan.
Şoxan: makeup
Şox + an —-> Şoxan.
Şandozî: missionary
Şan + doz + î —-> Şandozî.
Derfetber: possible.
Derfet + ber —-> derfetber.
Nederfetber: impossible.
Ne + derfet + ber + —-> nederfetber.
Heşwer: sane.
Heş + wer —-> Heşwer.
Heşwerî: reasonable.
Heş + wer + î —-> Heşwerî.
Serbestxwez: liberal.
Ser + best + xwaz —-> Serbestxwaz.
Serbestxwezî: liberalizm.
Ser + best + xwaz + î —-> Serbestxwazî.
Dilxwazkar: volunteer.
Dil + xwa + kar —-> Dilxwazkar.
Dilxwazkarî: volunteer work.
Dil + xwa + kar + î —-> Dilxwazkarî.
Rêman: router, mentor – موجه
Rê + man —-> Rêman.
Rêmanî: routing – توجيه
Rê + man + î —-> Rêmanî.
Peyvgeh: platform
Peyv + geh —-> Peyvgeh.
Cihbestî: quarentena – الحجر الصحي
Cih + best + î —-> Cihbestî.
****
Li dawiya va babetê ez dixwazim vê bibêjim. Em wek netewa Kurd hîro derfetên mezin bidest me de hene û em kanin birastî kanin zimanê bilez û bez pêşde bibin û bêjingkin û herwisa dewlemedtir bikin.
Li gor min, ev şiroveya dide xuyakirin çiqas zimanê meyî kurdî zimanek şêrîn û nerm û hêsane, tevî zehmetiyên dîtinî di navbera (2500) sal de. Jiber wê ez banga kongirak netewî Kurd dikim da em wek zimanzane li gel hev danîşin û têgînin zimanê xwe bi yekin. Da zarokên kanibin li seranserî bi hêsanî û yek zimanî bihevre baxivin û ji hevdû têbighînin.
Xebantên min li ser zimanê kurdî gelekin û va (30) sale, ez li ser zimên kar dikim û herwisa gelek ji zimanê xwe hez dikim û pê serbilindim.
30 – 06 – 2021
Sipas jibo xwendin û dem we.