Barê Efrînê , barek girane
Sivik ken barî , evro fermane
Bêdengî bese , bese xemsarî
Ma heta kengî , bi mînîn li bin barî ?
Tawane evro , bêdeng bimînin
li ber neyara , srî biçemînin
Tawana mestir , hind biçne harî
An bibne rêgir , wek koremarî
Pênosê serkut , çend bê bihaye
Çend şermezarye , pîse mitaye
Daner û zana , hindek xwe didanin
Qeda vê bikevin , Çend dar giranin
Fermane evro , witên jê nahêt
Xema vî dilî ,dê çawa dahêt
Çend dost û neyar , hemî diyarbûn
Nê hindek kurd jî , li kerê siyarbûn
Bûn piştevan bû , dujmin neyara
Çi bê rûmetye, nê her bo para
Basê cîhanê û , mafê mirova
Tif li bextê wan , wan ker û hova
Tenha bo kurda , bê ext û barin
Wîjdan qemoxtî , wan ker û hova
Tawan xuyaye , çima di kore ne ?
Bê eql û wîjdan , anjî di berzene ?
Kurdîn êk bigrin , paqijken malê
Eger na her dê , kevîne çalê
Kurdîn dê bese , ka ser helînin
Dilê neyara , pêgve bikelînin
Ev sal Newrozê , bikene şahî
Ger pêgve rabin , dê hêt Ronahî.
Şêrzad Zeynelabidîn
02/02/2018
Birîna Efrînê rê li ber me berzekirine mixabin dîsa min nîv dêr li şûna êka dî danaye û dubareye ya durist hosaye:
Wîjdan qemoxtî , (nê seyên harin)
Şêrzad Zeynelabidîn