Kurdistan tev hejî
Girgam, Dîlok, Semsûr, Amed, Efrîn, Melatî
Mal û xanî bi ser kurdan de hatin xar û weşî
Birîna kurdan kûr e û xwûna wan wek kaniyê rijî
Roj û şev dîsan li kurdan bûn şewat û girî
Dilê dayîk û bavan hîro bûyî kizot û disojî
Tu dibê belkî nebese haqas kuştin, wêranî û koçgirî
Û erdhejiya bi serê kurdan tîne dagirkarên biyanî
****
Kurdistan tev hejî
Hejînek mezin ticar rastnehat welatê me û nedî
Bi ser gelê me de komkujî bixwere anî
Hest, xwûn û mejiyê mirovan û kezî
Teve berfê û bêtonê û axê bûn wek we hemiyan dî
Xwûna kurdan dîsan herikî wek lehî
Vê carê bidestê sirûşta har û erdhejî
Tev hemû êş û ziyan û birîn û malwêranî
Dimîne erdhejî baştir e ji kujdarên Tirk, Ereb û Farisî
****
Ey Kurdên niştimanperwer û xwedî derfetên matî
Rabin ser pêyan hîro roja rûmetê ye û mirovahî
Bi pal û pişt bin ji xwûşk û birayên xwe re wek şêran ne rûvî
Çi li Bakûr û çi li Roavayî Kurdistanê yekser û bihemî şêweyî.
07 – 02 – 2023