Beyar Robarî – DÊRSIM

Birîna kurdan ya mezin

Heyştê û şeş (86) salin bigiranî derbas dibin

Di ser komkujiya sala 1937`an diborin

Neyarên tirkan bihovane serê kurdan weke guran jêkirin

Û Seydayê “Şêx Riza” û hevalên wî cangorkirin

Tev (13.000) sêzdeh hezar kurdên bêguneh qirkirin

Û Ava Çema Mûzirê bi rojan tevî sorkirin

Û navê warê min Dêrsim, Tûneclî lêkirin

Jiber xelkê Dêrisim û Palo ala kurdeweriyê bilind rakirin

Ticar ev komkujî û hovîtiya tirkan em jibînakin

Dêrim û cangorê mezin “Şêx Riza” herdem xweş û zîdi dibin

Di dilê kurdan û hişîn dibin

Û zarokên kurdan biberxwedana wan perwerde dibin

Heyştê û şeş milyon sal jî derbasbin

Tirk nikanin komkujiya Dêrsimê ji rûpelên dîrokê rakin

Û kîjan rojan be emê tolhildana wan cangoran bi mêranî  rakin.

04 – 05 – 2023

+++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++

Têbînî:

Ez vê helbestê dîyarî giyanê hemû çangorên komkujiya Dêrsimê (1937-2023) dikim, bibûneya salvegera (86) heyştê û şeş saliya wê.

&&&&&&&&&&&&&&