Av şurî ji şurka
Şil bû pora keçika
Bû kale-kala berxrika
Hat dengê çilpika
Baran barî wek rondika
Çûka xwe berda ser zika
Mirîşkan kir qit-qita
Û bû vit-vita zaroka
Derek zuha nema li şivika
Kom bû av û da ser gozika
Bi ser avê ketin darik û qirşika
Piştî du mehan me çandin tenên dendika
Me veşartin ew di kortika
Dendikên me hişîn bûn zûka
Geşbûn wekî bûka
Me jêgirtin komên zebeş û qitika
Kêfxweş bûn kal û bab û dayîka
Bişur bişur avê ji şurika
Avde eredê û zevî û hemû zika.
09 – 05 – 2023
+++++++++++++++++++++++++
Şurik: gutter, gouttière, مزراب