Beyar Robarî-    Hogir Baran

Beyar Robarî

Ey Hogirê dilovan
Şêrîne jîn û jiyan
Û ji wan buhatir giyan
Lê jibo kesên niştimanperwer û qehreman
Şêrîntire axa Kurdistan
Û vaye ezmûna te li ber çavan
Yek ax bû jibo te niştiman
Jiber wê te xebatkir li herçar perçan
Mirin li pêşiya te nebû asteng û zîndan
Û tu ranewestî ti caran û hergav amedebûyî li meydan
Meydana xebat û qadên şer li seranserî Kurdistan
Te şerkir li dijî hovan, li Kerkûka me kurdan
Û we bi mêranî parast zêraxa Kurdistan
Ji tundrewên Dahêş û dirindeyên musliman
Û bi rûmet çûyî ser dilovaniya xwe lo dilovan
Xweş û wê her xweş bimîne bîrewera te ey parkrewan
Li giyanê te bin hezar mehrîbanî û silav ji min de û tevî kurdan.

17 – 10 – 2020
——————————————————————————————————-
Cangor Hogir Baran:
Navê wî yê rastî Beşîr Îssa ye û xelkê “Girkê Xilo” ye. Navê dîya wî Sultan e û navê bavikê Sebrî ye. Hogir sala 1956`an de ji dayîka xwe bûyî û sala 1990`î teve refên gerîla bibû. Û di 16 meha cotmehê sala 2017`an de li navçeya Daqûq – parêzera bajarê Kerkûkê, di şer de jiyana xwe ji dest da û termê wî yê pak, li goristana cangoran ya “Dekriyê Terpespiyê” hate veşartin. Ew qûmûtanek mezin bû û wek tê zanîn ew sê salan li Bakûrî Kurdistanê di zîndanê me.
Xwûşk û birayên delal, hûn kanin agahiyên zêde li pakrewanê Kurd Hogir Baran, di vîdiyo jêrîn de bibînin û bibhîsin.

https://www.facebook.com/hadya.sabri/videos/757956107978766