Du têgîn û koka wan – Beyar Robarî

Mûzîk:

Ta roja hîro pir mirov nizanin peyva ‘’ mûzîk’’ ji ku hatî. Gelo rast ev têgîn Yonanî ye?

Li gor ez zanim û min lêkolîn çêkirî, ev têgîn ji zimanê Yonanî nehatî.

Çima ne Yonanî ye??

Jiber di zimanê Yonanî de ev têgîn nediyar e çawa hatî sazkirin û li ser çi bingehiyê. Têgîn bixwe ji du peyvan pêktê (mû, zîk) û em nizanin wateya (mû) çî û zîk di Yonanî de çî ye . Yonanî vê peyvê wisa dinivisînin (μουσική – musike).

Li gor min ev têgîn kurdî ye û ji zimanê me derbasî zimanê Yonaniyan bûyî û bi rêya wan gihîştî Ewrupa wek peyva macîk (cadûbazî).

Gelo çima ev têgîn kurdî ye??

Jiber di zimanê kurdî de peyva (mû) û (zîk) herdû hene. Dema em vedigerin dîroka mûzîkê, em dibînin hemû têlên sazên mûzîkê ji (mû) dihatin ristin û çêkirin.

Û wek em zanin, di zimanê kurdî de peyva (zîkezîk) heye û ew ji peyva (zîk) hatî sazkirin û ev dide xuyakirin kû ev têgîgnek lêkdireve. Û herwisa em dibînin çawa ciyê xwe digire û wateyê dide û bilêvkirina peyvê her wekî xwe mayî û nehatî guhartin.

Mû + zîk   ——->   mûzîk.  

Post:

Gelek zimanzanên Ewrupî dibêjin ev têgîn ji peyva latînî (pasita) hatî. Û pasita tê wateya cî an xana li ser rêyan.

Ez vê şirovê dirust nabînim û ciyê xwe nagire û ev ji we re sedem û belgeyên min.

Heger têgîna posta hîro ji peyva (pasita) hatibûya, pêwîst nedikir bilêvkirina peyvê bihata guhartin û nejî peyva (offic) lêzêde bikirina. Di kurdî de peyva “xan” heye û dema tu bibêjî (xan) her kurdek zane xan çî ye û tu li ser çi daxivî.

Li gor min ev têgîn kurdî ye.

Gelo çima kurdî ye?

Di kurdî de peyva (post) heye û bi hezar salan kevne. Û ji kîjan kal û pîr Kurd kû nizane bixwûne û nejî binivisîne, bipirse post çî ye û wê yekser ji te re xeber de

post çî ye û çawa çêdikin û here postekî ji hundir hûne.

Duyemîn, ta roja hîro Kurd postan bikar tînin. Û wek em dizanin berê mirovan “name” li ser postên dêwer dinivisandin û ji hev re padîşehan dişandin. Û her nameyek postek bû. Berê kurdan digotin postek ji me re hatî yanê nameyek bi zimanê hîro.

Sêyemîn, bilêvkirina peyva post bihezar salan nehatî guhartin û wekî xwe mayî û wisa jî derbasî nav gelên Ewrupî bûyî. Em wek Kurd dibêjin “postxane”yanê (xaniyê postê). Hev jî hevdû digire wek têgîna lêkdirev hatî sazkirin. Û di zimanê me de têgînên wisa pirin mîna: dermanxane, xwarinxane, nexweşxane, zorxane, meyxane, …..

Li ser van du têgînan min gelek caran gengeşe kirin bi zimanzanên Ewrupî re û wan nizanî kû peyvek wisa di zimanê kurdî heye û birastî seyr man. Ez wek zimanezane û mamosteyek zimanê kurdî, xweş bawerim kû ev herdû têgîn kurdîn e.

===============================================================

Têgîn:          term.

Lêkdirev:    compound.

Meyxane:   bar.

Zorxane:     fitness center.

Sipas jibo dem we xwendevanên hêja.