Beyar Robarî – Axiftinek bikul ji hinava dil

Wek reweşenbîrek Kurd ez dixwazim hemû berhemên xwe bi kurdî binivisînim û bo min pir hêsane bi zimanê xweyî zikmakî binivisînim, lê keko ez çi bikim ger gelê me bizimanê xwe nizane û nejî dixwaze fêrî zimanê xwe bibe!!!!!!!

Şermek mezin e dema netewek bi zimanê xwe nizanibe û naxive û ji wê xerabtir kû Kurd ji zimanê xwe direvin. Û ew kesên kû dibêjin dijimin nehîştî an nahêle em fêrî zimanê xwe bibin derewan dikin. Bi milyonan Kurd li Rojavayî Kurdistanê razî nebûn zarokên xwe bişînin dibistanên kurdî, bi sedema PYD herêmê hukim dike! Û bi milyoan Kurd li welatên Ewrupî dijîn û xwe fêrî kurdî nakin û nejî zarokên xwe dişînin seyên zimanê kurdî. Û bi sedan perpirsyarên kurdan li Bakurî Kurdistanê, zarokên xwe naşînin seyên zimanê kurdî û li şona zimanê dişînin seyên zimanên biyanî!!!!

Derd û kul û çare li ba kurda ye û bi rêxistin û partiyên kurdan ve girêdayî ye, li gor min.

Zimanê me têra hemû beşên jiyanê dike û ez kanim birehî bêjim kû sersedî 95% zimanê paqije û gelek dewlemend e.

Lê Kurd jiber bindestiya xwe 2525 salan fêrî koletiyê bûyî û xwe kêmî ereban, tirkan û farisan dibîne û wan di serxwe re digre!!!!

Kêmdîtinî di riwana (nefsa) an kesîtiyan wan de hatî çandin û teve xwûna wan bûyî û demek dirêj gerek ta ev gela ji va nexweşiyê rizgar bibe û fêr bibe bi zimanê jiyan bike.

Mixwebe, piraniya kurdan ninkanin ta roja hîro têbighînin çiqas grîng e zimanê netewî û kû niştimana yekemîn e jibo her netewekî. Ziman nebes axiftine û ev nerast e, ziman hebûna netewan e. Ziman: Çand, hûner, mûzîk, stran, henek, pêkenok, şano, helbest, kelepor, dîrok, çivînok, ol, çîrok, seropêtî, hemiyan hemêz dike û dervayî zimên netew nînin.

Li dawiyê, ez dixwazim vê bibêjim: Cihoya 1800 sal bê welatbûn û li cîhanê tevde belabûn, lê ticaran wan dest ji ol û zimanê xwe bernedan. Kurdan dema dagirkerên ereban hatin yekser dest ji ola YAZDANÎ berdan û herwisa ji zimanê xwe û dipêre bûn koleyên xelkê.

Kurd nikane ji rizgar bibe kû li ol û zimanê xwe venegere û yekîtiya xwe ava neke û yekîtî çênabe ger ziman nebe yek.

27 – 01 – 2022

2 Comments on “Beyar Robarî – Axiftinek bikul ji hinava dil”

  1. Li vê dinê (dinyayê), her zimanek çîrokek e ji çîrokên hebûnê bj xwe … ! Ji ber ew ji me ra nîşan didin ku çawa pêşiyên me li hebûnê seh dikirin û dineyrîn û didîtin .
    Û pê ra jî ew dîtinên xwe rave me dikirin (explain to us), bi rengekî em pê ra dibêyin (mîtolojî), li gor zanîna îroj.

    Wekî mînek, peyva (cotyarî, cotkarî) ku ew jî yek ji peyvên çandinê ye (the agriculture)… lê em ji xwe bipirsin:
    Çima peyva “cot” bi çandinê va girêdayî ye ?

    Bersiv ev e:
    Ew peyva COT /cowt bi wateya “duw, duwantî, zuwantî”, ev yek wekî nîşana zuwaçiyê țê meyzecirin, navber merov ji alîkî va û erdê ji alîk din va, ku pê ra jî ew zewz (zevz/hişînayî/keskayî) wekî zîç û , zariyan in ji wê “cotyarî / cowtyartiyê” ra ne.

    Ev e mebesta min ku çawa neyrîn û dîtinên mîtolojî bandorê dide li ser sazetextê (synthesis) hevokên zimanan.
    Ķu li gor çanda mîtolojî, ew hebûn û dinyaya li derdora xwe rave dike.

    Wûşmê jî min gotibû, her zimanek çîrokek e ji dîroka çîrokên hebûnê ya merov.

    Bimîne xweş-bar

Comments are closed.