Du salin lo du sal
Kurdên bêguneh koçkirin ji war û mal
Ev tirkên xwûxwar wekî berê hezarcar
Koçkirin Kurd ji Serê Kaniyê û Girê Sipî lo delal
Û cîhana bênamûs û gidî jê nehat deng û hewar
Koçkirin jin, pîr, zaro û kal
Û talankirin rez, dexil
Û dizîn ev qrêj îslamiyên ereb mirîşk û sewal
Û birîn dêlî, mêw teve dar
Û bi cîkirin di warê kurdan de hovên kujdar
Û xenazên ENKS ji wan re kirin qorcîtî û bûn pal
Tev wê jî kirin u ew xwefiroşane ji milk û par
Du salin lo du sal
Ev birîn nare ji bal ticar
Ev warê me kurdane ji baban û kal
Ji Xoran û Mîtan û Hisan û Medan ta Ristemê Zal
Emê berxwebidin û neçar bikin ev neyarê parsî xwar
Derê ji axa me ji Hatûsa ta Alalax û Efrîn Amed û Şengal.
29 – 01 – 2022


Tev silav û rêz, û pê ra:
Du Sal In … !
Du: two
Sal: year
In: are
rêdar (qanûna) rê-zimanî dibêye (dibêje):
Ew
lê-kera harêkirinê û alîkariyê ku naskirî bi namî lê-kera BÛN-ê (im, î, e, in) heger tev lê-keran din bi cih û war bibe, ew bi yek peyvê tên nivîsandin, wekî:
dibezim, revî, bilîzin … whd.
Lê heger ew tev nam û rengdêr were, nivîsandina lê-kerea BÛN-ê ve-diqete û tenê bi serî xwe tê nivîsandin, mîna:
ez Kurd im, tu Kurd î, em Kurd in, ew sor e, îsal serma û befr (berf) e … whd.
Û wesan jî peyva (sal), ew nam e, wûşmê jî gerek lê-kera BÛN-ê (in) ji peyva salê ve-qete û bi tena serî xwe were nivîsandin.
Du Sal In
Pir nivîskarên zimanî kurdî, di vê şaştiyê ra der-bas dibin ! Wûşmê jî min hez kir, ku tevahiya helbesta we durust bikim, ji serî va heya dawî, li piştî pejirandina we
.
Du sal in lo du sal
Kurdên bê guneh koç kirin ji war û mal
Ev tirkên xwûxwar wekî berê hezar car
Koç kirin Kurd ji Serê Kaniyê û Girê Sipî lo delal
Û cîhana bê namûs û gidî jê nehat deng û hewar
Koç kirin jin, pîr, zaro û kal
Û talan kirin rez, dexil
Û dizîn ev qurêj îslamiyên ereb mirîşk û sewal
Û birîn dêlî, mêw teve dar
Û bi cî kirin di warê kurdan de hovên kujdar
Û xenazên ENKS ji wan re kirin qorcîtî û bûn pal
Tev wê jî kirin û ew xwefiroşane ji milk û par
Du sal in lo du sal
Ev birîn nare ji bal ti car
Ev warê me kurdan e ji baban û kal
Ji Xoran û Mîtan û Hisan û Medan ta Ristemê Zal
Emê berxwe bidin û neçar bikin ev neyarê parsî xwar
Derê ji axa me ji Hatûsa ta Alalax û Afrîn Amed û Şengal
————————
P. S. (piştî sernivîsê):
– koçkirin (ev nam e, koçandin, koçkirin, koçbûn),
– -koç kirin (ev lê-ker e, wan koç kirin, koç dikin, koç kir … whd)
– hezarcar (ev 2 peyvên bi serî xwe ne, wûşmê jî çêtir e ku ji hev ve-qetin)
– hezar car (durustir e, mîna: du sal, sê sal, ti car, her car … whd)
Rêdar pir zelal e û xuya ye, ku dibêy: 2 peyv bi hev dikevin ji bo ku peyvek 3’em çûda ji her du peyva were afirandin,
û li vî derê peyva (hezarcar) ne di vê rewşê da ye !
wesan jî li ser vê rêyê: ti car (durustir e û çêtir e)
–
– talankirin (ev nam e, taladin, talankirin, talanbûn… whd).
– talan kirin (ev lê-kera dema borî ye ji wan ra, talan dikin, talan kir, talan bike … whd).
– cîkirin (ev nam e, cîkirin, cîbûn, cîdan).
-cî kirin (ev lêker e, cî dikirin, cî bikin, cî kirim …whd)
di rê-zimnanî kurdî da, 2 çûreyên lê-keran heye:
1’em)- lê-kerê sade,
2’em)- lê-kerê bende (lê-kerê girde)
dikanin cihên hev bigirin bê ku wate û mehneya gotinê were guhartin , û lê-kerê alîkar (kirin/kirdin), ew e asas û qabana vê çûdahiyê…
* REV:
– direvim, birevim, direvin, birevin !
– revê dikim, revê bikim, revê dikin, revê bikin !
wesan jî mîna û li ser vê pîvanê, pir lê-ker hene wekî:
– dibeze … bezê dike
– bibezin … bezê bikin
– bileyzim … leyzê bikim
– difirin … firê dikin
Kek Rêzan,
Sipas jibo têbinyên te. Ez li gel te me (sal û in) divên cûda werin nivisandin û herwisa lêkera koçkirin li vir divê (koç û kirin), cûda werin nivisandin.
Lê têbîniyên te yên din ne di cî dene.
Rêdar: netê wateya zagon an yase, ev nedirust e.
Rêdan: —> rêdanî —> rêdar (rengdêr e).
Pergel: (systêm). Pergela zimanê kurdî.
Ez tiştên rêzimanî te nivisandinî ez hemûyan baş dizanim kekê hêja. Pirsgirêk dema ez dinivisînim çi bi kurdî an bi erebî an zimanên din, ticar ez serast nakim,
jiber kû bes ez dest bi serastkirinê bikim, carek din ez bi naverokê mijûl dibim û pir kes wek te min rexene dikin û dibêjin Çima tu çewtiyan serast nakî.
Dem baş û silav û rêz,
Dîsan tev silav û rêz ji we ra, û pê ra:
Silef û berî her tiştî, sipas ji bo ve-gerandina bersivê.
Ev her du wûte û peyv (Rêdar) û (Rêdan), tevî ku jêderên (source) xwe bi hev ra parve ve-dikin, û her du peyv ji wûteya ( RÊ ) der-ketine holê, lê ew paşgirên wan (-dar: the giver, doner) û (-dan: something done, something happen).
– Rêdar: Rê-dar, yî ku rêyê dide, mîna yasa ku rê dide li pêş tiştekî.
wûşmê jî wûteya (Rêdar) bi wateya (qanûn, yasa, zagon, the law, the rule) hatiye meydanê û holê, di zimanî kurdî da, li gor ferhenga JÎN yê daner Mihemed Cemîl Seyda, û hem jî li gor ferhenga Ronak yê daner Sêfidîn Ehmed Avdo.
– Rêdan: Rê-dan, yê ku rê daye bûyerê û fermanê, ev paşgira (-dan) bi xwe jî nîşana dema borî ye ! Tiştek bûye û derbas bûye ! (Rêdan, di alî destûrî da, the permission, authorisation), (Rêdan, di alî dînî da, fetewe û îceze şerhiye).
Lê ew wûteya ( Pergal ), ew nêzî peyva (sazîman, system) e, lê bêtir ew bi wateya (taş, form, şekl, laşe) va girêdayî ye, û Kurd ji kevin va vê nifirê ji hev ra dibêyin, bê guman te pê bihîstiye
(Wey pergala te şehetî bûya … ! Ma min bi te ra gotibû wehan bibêy ! Êdî gotina te pergala min hil-diweşîne !)
Ev hevok (Pergala Zimanî Kurdî !), ev carê silef e û yekem e ku dixwînime ! Lê gotina (Sazîmana Zimanî Kurdî) ew bi min ra derbas bûye.
Bimîne xweşbar
———–
P. S.
(peyv) yê li ser dev û lêvan tê gotin,
(wûte) peyvê yê ku tê nivîsandin.