Medya ya Kurdistanê û Qeter! – أبراهيم شتلو

Min ji çavên xwe bawer nedikir, û hesta bihîstina xwe jî pirs kir dema ku min li Rîportaj bi dirêjayîya 15 / Deqîqe ku ji hêla vê kanalê hatî weşandin li ser geştiyariya li Qeter temaşe kir û bihîst.

Û ji ber ku min ji tiştên ku dîtî bawer nedikir û ji fihêta ne xwest Çav û Guhên xwe bawerkim, min ji xwe re got:

Dibe ku weşandina vê Propegenda medyayî ya li ser geştiyariyê li Qeter bûyerek bê hemdê Berpirsiyarê  TV  hate weşandin – tesadufî be- û min ji xwere got: kî dizane, dibe ku kesekî bi armanca ziyanê bigihîne navê vê Kenalê Kanalê… tiştên wilo derbasdike .

Min ji bo piştrastkirina niyeta xwe ya baş di şirovekirina tiştên ku ez di bernameyên medyaya ciwan a kurdî de dibînim, min biryar da ku demek zêdetir ji temaşekirina bernameyên vê kanalê re veqetînim.

Bi rastî jî weşana kurdî, pêşkêşkarê bernameyê, weşana zindî ya ji Qeter ê û qûmên ku ji deve- Hêştir –  û geştyaran tijî bûne dubare kir û her bi zindî wêne pesindarê Qeter dida.

Lê piştî min dît ku Kanala Kudistanî Pen û propeganda ji Qeter re di Programekî taybet de her Roj gelek caran dûbare dike û bi  van Propeganda ji Serdariya Qeter û Geştgarîya wî Welatî  ku bi awakî zanistî ku armanca zanîna bîner û guhdaran berv bi xweşî li ser Qeter biçîne û Dostaniya Polîtîka Serdariya Qeter bi Kurdistanuyan şêrîn bike.

Lê digel hemû helwestên neyînî yên desthilatdariya vî welatî li hember gelê me li her derê û berî her tiştî li paytexta herêma ku ev kanala televîzyonê jê weşanê dike, min nedixwest û naxwazim bi tiştên ku çavên min dîtin û guhên xwe bihîstin bawer bikim.

Propeganda û pesindariya Hûkumeta Qeter karekî gelek lawaze.

 Ma, Kî nizane ku Qeter hevalbendê Polîtîka Erdogane?

Kî, nizane ku bi Pûl û Perên Qeter Erdogan Cebilxana Çekdarî xurt dike?

Kî, nizane ku bi Pûl û Perên Qeter Tirorîstên hovane Xudî dibin?

Kî, nizane ku polîtîka Qeter bi tevahî dijîtiya Milletê Kurd dike?

Ma, kî nizane ku pesin û propeganda ji Qeter re, Gelê me şaş û mat dike?

Kar bidestên van Kanala K…

 

 

 

divê bên rexne kirin, eger ew Kanal jî karê sextekar bernedin divê dengê protisto dijî  vê Kanalê bilindtir bibe, ta ku ev Kenal dev ji vê Rêya çewt berde û Kanalên Kurdî yên din karê wilo qirêj nekin.

Medya Welatekî, ji bo şiyarkirina Millet pêktên, Tv, Radio û Rojname divê piştgêriya mafên Gelê wî welatî xebat bikin.

Bi hêviya ku, Mediyayê Kurdistanê Rêberî û Rêzdariya Milletê Kurd bin, ez banga Medyayê Kurdistanê dikim ku her li gora navê xwe derkivin û bibin TV yê gelê Şoreşa Eylûna 1961 kan.

Armanca me şiyarkirina Milletê Kurde.

Kurdish&Islamic Studies Association

December 8th 2022