Banga Pêşmergê bê nav!- i.Şitlo

Ez Kurdistanim

Ez Law û Kurê Kawa û Übeid Nehrî me,

Ez Nevîyê Sîmkoyê Şikakî me,

Bav û Kalên min Hevalê Khalid Cebranî bûn,

Êl û Malbata min Çekdarê Ihsan Nûrî bûn,

Dor û Hawîra Warê me Serhildana Dêrsim Hembêzkirin,

Peya û Xortên Gundê me Siwarê Qazî bûn,

Dayika min ya pîr Nanê Sêlê bi Dil û Can,

Rû liken, gote ji bo Kurdistan fermo eve Nan û Dan,

Mele Mistefa Can bigorî fermo Ezbenî,

Ervanê Ard ji were Nane û Kurê min bi Gorî,

Stalîn Qehremanên me belevkirin li Sîbîrya ta Kasaxistan,

Lê xew nekete Çavan, Bavêkal Şêrê Şêran Mistefayê Barzan,

Helsa û bi Gurmista xurt deriyê Qesra Kremlin,

Bi Qêrîna Şêran bakire Xrotşov:ka were vaye kurd namirin,

Em Kurdin, Kurdistanîme xwedî Maf û Ala Rengînim,

Dema Piling û Şêrên Kurdan ji Zaxo ta bi Xaneqîn

Helsan û Ala Azadiyê hildan û Banga:

Yan Kurdistan yan neman bi devê Tifingan rastkirin,

Dilê Dijmin piritî, li Paytextên xwe lerizîn,

Bexda, Anqere û Tehran li hev civiyan û hêwirîn,

Çek,Bombe, Balafir,Tang anîn û Hawar kirin,

Çiyayên Zozik, Hindirîn, Qendîl û Sefîn,

Meydan ji dijmin dixwest û her Xwelî li serê wî hilweşand,

Lê dijmin her bê çare di man û Brîndar li xwe vedigerîn,

Çare nedît ji bilî ku Bira û Pisman bi hev bidin kuştin,

Hinek Bi Tumen hinek bi Dînanaran Çavên wan girtin,

Hineka Rê şaşkirin, Refê Millet parkin û xwe ji Dijmin re nokerkirin,

Bi Şerê Biran û Pismaman, Serxwebûna me kete dewra 100 Salan,

Pêşkeşî hemû Gelê Kurd dikim ji bona em îro bikin: Roja yekdestî û yek Armanc

i.Şitlo