Dîsa Cenjna me hat! – Ibrehîm Şitlo

Newerûz hat, Newrûz çû, ji Sala 1959 de ez bi Newrûzê zanim, 64 Salin ez û Newrûzê bi hev şa dibin, bang dikin, govend dikin, Agir dadidin, li gel Hevalan sond û Peyman didin ku Newrûza werê emê li Kurdistana azad, li Meydana Çar çira Ala Kurdistanê bilind kin, li Sûrê Amedê Agirê Newûzê hêgin kin, li Hewlêrê bi Helperka şênkin û li Efrînê bi Lîliyan geş kin.

Li dawiyê ezê bi gotina Lawê qehremanekî,kurdekî Siwêreka Amedê ku Bavê wî ji ber kurdîtiya wî, ji ber zordariya Osmaniyan li Misirê cîwar bûbû berêz Isam Awnî, Cejna Sala nû wilo ji were pîroz kim:

„ ev hezar sale, ku em Bang dikin: Kurdistan, qêrîn dikin Kurdistan, hawar dikin Kurdistan, Îro jî em hîn mane,Milltê Kurd her heye, Heftê Milyone wê her bimîne û emê her bikin hawar, emê her gazî kin Kurdistan, emê bangkin sal bi sal  bela hezar sal din jî derbas be emê dîsa bangkin:

Kurdistan. û emê helbet her bibînin azadiya Kurdistan.

Bi vê Baweriyê Cejna hemû Kurdistaniyan pîroz dikim.

Ibrehîm Şitlo

Kurdish&Islamic Studies Association

Member of EJU

Almanya,20 Avdara 2023an