Me hebû! –   Beyar Robarî

Gelî xurt û keçan

Me hebû cînarek û Suryan

Zor ciwan û dilovan

Şêrîn ken jê dibarî

Nizanî çî ye wê dilsarî

Çavreş xweş tarî

Lêv şêrîn wek hinguvê buharî

Diran sipî wek birinca Vêtnamî

Çavan kildanî kesk bamî

Badanî guliyên sormorî

Wê bir heşê min bitemamî

Nav li min kirin “Evîndarê keçka suryanî”

Min got:

Ha li banî .. banî .. banî

Ey Xwedayê yazdanî

Te çawa ev xezala lihevanî??

Ez biheyran ev nazdara Suryanî

Zar te da ev zerî

Jibo min lawikê kurmancî

Bawerke ez dest jê bernadim ticarî

Para min e û ji te de diyarî

Evîn pîroze li ba me bawermendên Yazdanî.

11 – 12 – 2023