Beyar Robarî – BI BÛNEYA ROJA CEJNA ZIMANÊN ZIKMAKÎ

Sal bi sal hemû netewên cîhanê, vê rojê (21/02) pîroz dikim û yek ji wan gelan gelê Kurd e. Û ez bawer dikim kû gelê Kurd ji hemû gelan bêtir bayexê dide vê cejnê.

Sedemên va bayexa bilind, ji bindestî û qedexekirina zimanê wî bi hezar salan tê. Dagirkerên Kurdistan û di serî de, qerêjên Erebên Musiliman û Farisên xwûnmij û Teterên (Osmanî û Tirk) hov û nijadperest ve.

Bêgûman ziman welatê mirov yê yekemîn e û herwisa nasname û hebûna wî ye.

Bê ziman ticar netew pêknetên û ji mercên netewatiyê ya herî girîng ziman e.

Bi kortî ziman: Deyn/ol, wijdan, çand, hûner, reqş, stran, edeb/wêje, lorik, henek, keyf, seyran, şahî, zanistî, mijûkarî, rist, çîrok, … uhw.

Jiber parastina vî zimanê, me kurdan bi milyonan cangor danî, û baştirîn belge ev (100) sedsala dawî heger biber çavên xwedin, hûnê bizanibin ez li ser çi daxivim. Heger me xwûn nedabûya hîro li Başûrî Kurdistanê û li Rojavayî Kurdistanê zarok, xort û keçen me nikanîn bi zimanê xweyî zikmakî bixwendina.

Jiber wê bi vê bûneyê, ez silavek gerim jibo giyanê hemû şervanên Kurd (Pêşmerge, Gerîla, Hêzên Parstina Gel) dişînim û hezar rehme li giyanê wan hemiyan be.

Hîro Em dibînin zarokên kurdan li Rojavayî Kurdistanê bi serbestî û kêfxweşîk mezin bi zimanê xwe fêrî xwendinê dibin li hemû dibistanan. Ew dema reş û tarî kû erebên tirek hukman li me kurdan çû, û nema hêdî kanibin û zimanê xweyî pûç û vala li ser me bêtivîkin.

Ta berî (10) salan, qerêj Erebên Behsî û rêjîma segbavê Esed û faşîstên Tirkan digotin:

Zimanê kurdî nîne!

Di pê wê re gotin: Zimanê kurdî zimanek devkî ye û ne zimanê xwendin û nivisandinê ye!

Û hîro jî ev neyaran dibêjin: Zimanê kurdî ne zimanê zanistiyê ye!!

Lê me ji wan re daxuyakirin, kû zimanê me dayîka hemû zimanên Îndo- Ewrupî ye, û herwisa zimanê: çand, hûner, raman, mijûkarî, bîrdozî û zanistiyê ye.

Roj hîro, dema dibînin zarokên kurdan bi zimanê xweyî zikmakî şêrîn û delal û dewlemend dixwûnin, çavên neyaran dertên û kanin xwûna me kurdan vexwun. Lê nema ew kanibin tiştekî bi serê kurdan bikin wek berê û zimanê me zimanê: Xoriyan, Gotiyan, Sobaran, Sumeriyan, Îlamiyan, Kaşiyan, Mîtaniyan, Hîtiyan, Mîdiyan, Sasaniyan û Kurdên hîro ji holê rakin, çi li Başûrî Kurdistanê û çi li Rojavayî Kurdistanê.

Kurdên xweşewîst û dilovan li seranserî Kurdistan,

Divê baweriya we bi zimanê we mezin be, hemû tiştên hûn dixwazin yanê têgîn bi kurdî hene, ez vê axaftinê dikin, yek karê mamostatiya zimanê kurdî (20) salan li zanîngehê û duyemîn ji lêkolîn û berhemên xwe yê bi kurdî daxivin.

Min gelek fereheng hene bi Kurdî û zimanên din, û li gel wan gelek pirtûkên rêzimanê kurdî, etles, hîndarî, pûltene ev ji bilî çîrok, rist û metelok û gelek tiştên din. Zimanê kurdî gelek dewlemen de û pir nazik û nerm e. Û ticar nabe kurdek zimanê xwe kêmtirî zimanek din bibîne.

Du tişt ji me kurdan tên xwastin ew jî ev in:

1/ Yekirina zimanê kurdî bi tîpên latînî.

2/ Hemû Kurd dive xwe fêrî zimanê kurdî bikin, bi çi rêkê dibe mela bibe.

Li dawiyê ez vê cejnê li we hemû kurdan pîrozdikim û hêvîdarim ji nêzîk de, gelê me li çi Bakûrî Kurdistanê û Rojhilat ew jî bi serbestî bi zimanê xweyî zikmakî li dibistanan bixwûnin û binivisînin.

Bijî zimanê meyî zikmakî û bijî Kurd û Kurdistan

21 – 02 – 2024