ÇAPEMENÎ Û ŞÎPORÎ-    Beyar Robarî

Çapemenî û şîporî

Jihev dûrin wek çiya û gelî

Li cîhanê azad û dêmokrat çapemenî

Dengê gele û qamçiya qorikên berpirsyarên genî

Dengê bêkar, sêwî, nexweş, bêmal û tehzî û xasî

Şûrê ser stûyê dizan, gendel, kujdar û xwûmij û sasî

Sîxor, xenaz, qorocî û kesê bizorê li ser kursî rûniştî

Û kesê kû Kurdên Şengalê bitenê hîştinî û Kerûk firotî

Û nezanên Efrîn nikanîn biparastina jiber serhişkî

Karê çapemeniyê xizmeta ziman, çand, hûner, dîroka kurdî

Û parastina nirxên netewî û doza Kurd ya ramyarî

Li şona kesên biyanî çi erzan û xerab û xwedî kêmkurî

Divabûya çapemiyan van partiyên sexte û genî

Bibûyana peyvgeha edîb, zanyar û rewşenbîrên kurdxwazî

Ger çapemenî nebe neynik û zimanê netewa kurdî

Dikeve xizmeta serokpartî û malbet û xizmên wî

Ji wêneguhêz, îzgeh, rojname, kovarên wisan re em dibêjin şîporî

Û şiporiyê kesek nake ji bilî sexketar, qopik, xwefiroşan û gidî

Ev rastiya çapemeniya partiyên (kurdî) li gor min edîb û reweşenbîrî.

22- 04 – 2024

+++++++++++++++++++++++++

Şîpor: trumpet, بوق

Şîporî: fanfare, تبويق

Ramyarî: political, سياسي

Peyvgeh: platform, منبر

Wêneguhêz: television, تلفزيون

Îzgeh: radio, إذاعة

+++++++++++++++++++++++++++

One Comment on “  ÇAPEMENÎ Û ŞÎPORÎ-    Beyar Robarî”

  1. Ji hev dûr in wek çiya û gelî … (rast e)
    Jihev dûrin wek çiya û gelî … (şaş e)

    Sîxor, xenaz, qorocî û kesê bi zorê li ser kursî rûniştî .. (rast e)
    Sîxor, xenaz, qorocî û kesê bizorê li ser kursî rûniştî .. (şas e)

    Û kesê kû Kurdên Şengalê bi tenê hîştinî û Kerkûk firotî .. (rast e)
    Û kesê kû Kurdên Şengalê bitenê hîştinî û Kerûk firotî .. (şaş e)

    Û nezanên Efrîn nikanîn biparastina ji ber serhişkî .. (R)
    Û nezanên Efrîn nikanîn biparastina jiber serhişkî .. (Ş)

    Bimihînin di xweşbarî da.

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *