Jiyara min…
Wek Bihareka bê xemil
Êvareka westiya ye
Têkhelçûna hizr û xema
Vebiryana awata ye
Herftina tev xewna ye
Nijnîna asteng û pêjana ye
Avis bûna pîrhevok û dehba ye
Şeve, şeveka sar û reş !!
Rijyana stêrên merga ye
Hawar di kem
Deng birra ye
Dest bê hêz û
Leş bi taye
Teme roje û ne çiraye
Ne girnijîn…
Ne pêjna dost û yara ye
Nê serma ye
Ev şeve heyv çarde şeve
Nîsana dilê min
Payîz lê keftiye
Ev şev bara qulinga ye
Ev şeve tim bêdengî ye
Stêr di biriqin…
Heyvê coxîn nê girtiye…
Leşê
bi taye
Nê sermaye.
Sherzad Zeynelabidin
2017

