Sherzad Zeynelabidin    – Halê me Kurdan

 

Werin guh biden halê me Kurda
Çima dimînin bê milk û mewda?
Bo çî bi tinê em hosa di jarîn?
Terra û berrayên her çar kenarîn
Ne tev di nezan û bê milk û halin
Lê di kes perist û bo para dikalin
Heyfe tu bi kujî biray bo para
An tu bi girnijî bo Kurd neyara
Ger çî em Kurd hêşta ho mayne
Li ber bayê xelkî em qirş û kayne
Nehezên yektir dujmin perêsîn
Hirya me xave xelet di rêsîn
Yê ku me bi vêtin her mafê meye
Ma ji bilî rastiyê ma çi heye?
Duhok û Amed, Efrîn û Sine
Bextê dujminî heftê û heft kune
Ku jêk vekirin çar xwîşk û bira
Yêl me diherêfin tev rêk û pira
Ma kes nemaye li evê cîhanê?
Piçek bi wîjdan neket ziyanê
Carek binêrît halê me Kurda
Herdem li me şeve tarî bi serda
Ji Helebçe rabûn hawar û fîxan
Amed di nalît ji tuxmê Xaqan
Serdeşt û Bane herêt ken gazî
Kurdîn hûn rabin herin li pey Qazî
Qamîşlo Efrîn mane birîndar
Ji dest nemerdî rûviyê xeddar
Qed çi bawerî mi bi Kurda nîne
Carek bi bin êk ne bên yê dîne
Piştî mi dîtîn Enfal û kuştin
Zarok û landik hatîne sohtin
Em jêk belav bûyn hatîn bişaftin
Ber sir û serma nahên nixaftin
Hind jî bi saxî birin bin axê
Hêşta Kurd piçek naden xo zaxê
Çima nabin êk bi ken xebatê?
Bo serxwebûnê rêka necatê.
Sherzad Zeynelabidin
06/01/2005
Dîwana : ji küratiya xemên bêdeng

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *