Vaye gerîla – Beyar Robarî

Vaye gerîla

Radibe û rûdine wek mîra

Bi comerdî davêje gava

Pilinge ew û şêrê kurda

Şer dike şerê zane û jîra

Dijmin dide ber qurşîn û tîra

Sal li pê sala

Diparêze zaro, jin, kal û pîra

Bi sînga xwe û roniya çava

Ger te jibîrkirî xûşk û bira

Bibîra te hûnim destana Geliyê Zîlan û Tîra

Û Şengala pîroza me kurda

Gelî xwang û birayên buha

Gotina me bidawî dibe li vira.

15 – 01 – 2020

One Comment on “Vaye gerîla – Beyar Robarî”

  1. mamuste gotina me li vir niha dest pêdika azadî gav bi gav nêzî dibe
    ser ketin ji wera her dem hû bi pêşkevin
    silav û rêz ji wera

Comments are closed.