Vaye gerîla
Radibe û rûdine wek mîra
Bi comerdî davêje gava
Pilinge ew û şêrê kurda
Şer dike şerê zane û jîra
Dijmin dide ber qurşîn û tîra
Sal li pê sala
Diparêze zaro, jin, kal û pîra
Bi sînga xwe û roniya çava
Ger te jibîrkirî xûşk û bira
Bibîra te hûnim destana Geliyê Zîlan û Tîra
Û Şengala pîroza me kurda
Gelî xwang û birayên buha
Gotina me bidawî dibe li vira.
15 – 01 – 2020


mamuste gotina me li vir niha dest pêdika azadî gav bi gav nêzî dibe
ser ketin ji wera her dem hû bi pêşkevin
silav û rêz ji wera