Mezlûm – Mehsûm   –     Beyar Robarî

Du lehengên Kurd

 

Mezûlim

Weke şêran zincîr çirand

Dengê xwe bi tevahî mirovahiyê gihand

Poz li neyarê Tirkan şikand

Berxwedana rasteqîne li dost û hogiran mand

Û tirsa nav hundirê dilê kurdan qetand

Û bi serbilindî wî qehremanî serê ramand

 

Mehsûm

Bi mêranî yekemîn qurşîn teqand

Dengê Kurd bi cîhanê tevde gihand

Ala azadiyê ji nûve vejand

Rêya Kewa û Keyxesro bimerdî şopand

Û bi hezaran xort û keç li dora xwe civand

Û çember li nava dijmin şidand

Û bi carekê re nîrê zulmê qetand

Û Kurd li çand û nasnameya xwe vegerand

Ey pakrewrên mezin û lewend

We bi mêranî erka ser milê xwe qedand

Û evîna welat di dilê kurdperweran de çand

Û bixwe bawerî di heşê wan de meyand

Û koletî di pin lingan de tepisand

Bi bûneya 15 tebaxê min ev helbesta ji giyanê we re nivisand.

15 – 08 – 2020