Pîrkeçê … pîrkeçê!
Çiqas bêşans û bêbextî
Û dema te ji rêya rast derketî!!
Tu derbasbû navserî û mirazê te nehat berderî
Jiber çi ev rewş û hal û bêdestî??
Û ziluma kora û bêheşî û mebestî??
***
Pîrkeçê … pîrkeçê!
Mela têkhere mala ol û toreyan bihezar rengî
Û agir bi dayîk û bavê te keve ku tu nedanî biçûkî
Û tu herî ser mirazê xwe wek tu dixwazî
Kû bijî xweş jiyana bê derd û kul û janî
Û bizanibî çî ye sewd û evîn û keviyanî
Û hemêza mêran û sarbûna nivîn û germî
Jiyan delal xweşnazî û hemêz û şêrîn evînî.
25 – 03 – 2021
——————————————————–
Kurdî: îngilîzî Erebî
——- ——— ——–
Pîrkeç: spinster عانس
Pîrkeçî: spinsterhood عنوسة
– Ev têkgîn min sazkirinî û danînî, da paşê kes neke milkê xwe û nebêje min danînî, jiberkû diz pirbûnî!!
**********************

