Çav hişîna Berlînê! –    Beyar Robarî

Çav hişîna Berlînê!

Dilê min kişand wek germa havînê

Firî hemû derd û kulên min biyek nêrînê

Ji wan çavên hişîn deriya evînê

Zeriya lêv sormorî wek hinarên Efrînê

Û bejin bilind wek bejina Çiyayê Lêlûnê

                      ***

Çav hişîna Berlînê!

Bê te dêm nisrînê

Bê wate ye hebûna mirov û jînê

Ger venexwe ji şerbeta te lêv şêrînê

Û hemêz neke wan memikên rû berfînê

                      ***

Çav hişîna Berlînê!

Por çîlê zerzêrînê

Herdem mirov rastî yek wek te netê narînê

Were bi min re heval be, lê nisrînê

Vê hêvarê û em xweşkin şevbêrka Berlînê

Û em derbaskin bihevre şevek soraravî û evîne.

10 – 11 – 2022

2 Comments on “Çav hişîna Berlînê! –    Beyar Robarî”

  1. Ew pirr xweş û baş e ḳu hîn dilî merov her tim tijî hevîn û şîrînî bê.
    Ew pirr tişteḳî şah û şad e ḳu hîn can û rewanî ji ḳul û derdan dûr bê.
    Ma her yeḳ ji me çend caran vê jiyanê em dijînin ?
    Carinan dibe ew jimêr roj-jiyan a yeḳî ji yên min jî pirtir bin !
    Lê pirs dimîne: Ew çi qas roj bi dilî û mêjiyê xwe jiya ye ?

    Bimihîne bi xweş-barî.

    1. ,Kekê hêja Rêzan
      Sipa jibo dem û serinca te ya xweşik û delal.
      Dest xweş û herdem xweş û şad bî.
      ,Tev silav û rêz
      ++++++++++++
      تعليق – Serinc: commentary

Comments are closed.