Tulîpanê … tulîpan
Kila çavan
Şêrîn reng û nazik can
Tiliyên hûnermend tu hûnan
***
Tulîpanê … tulîpan
Xwûna lêvan
Tîrêja siban
Kenê zaro û xweş jinan
Ava çeman
Şitila xweş jiyan
Bi cûda reng hatî avdan
***
Tulîpan!
Nazdarî tu û dilovan
Dîmena hatî hûnan bi destê nîgervan
Tuyî ciwaniya sirûşt û rengan
Helbesta ristevênî tu û wênan.
30 – 09 – 1996