Warê şêr û şepala- Beyar Robarî

Warê şêr û şepala

Efrîn dayîka qehremana

Gul û sosin û nazdara

Jê dêşin çavên neyara

Gazî dike xort û kala

Da vemalin zendan wek peyala

Û bimêranî rawestin li hember van xwûnxara

***

Gelî xûşk û hevala

Tûj dikin Tirkên qerêj dirana

Dibarînin bomban wek barana

Dişewtînin mal, zevî û dara

Û hêvîdikin Kurd bihêlin axa bav û kala

***

Ey neyarê hov

Bibarîne boban bişev û roj

Û bişewtîn erd û zevî weke şov

Lê tu nikanî ji me bistînî yek bişkov

***

Ey dijminê xwûnmij were

Va meydan ji min û te re

Tê bixwe bibînî Efrînê çi amede kirî ji te re.

 

19 – 01 – 2018