Bi miletê xwe geşbînim
Bi dîroka xwe dêrînim
Bi wêjeya xwe zengîninm
lê çime kurd nabin dewlet?!
Berî mêjûwê Kûtî bûn
Şaredariya mîdî bûn
Zagrosî û Somerî bûn
Çime niha nabin dewlet ?!
Em bûn Hûrî û hem Mîtan
Bi şah û mîr û hem sultan
Li akamê bûn Kurdistan
War û milet û hem dewlet
Em bûn xwedanasê serwer
Îzîdiyê kirasguher
Zeredeştiyê peyamber
Pêbû hebûn û hem dewlet
Dema serdar bûn misilman
Yasa nema, dad bûn wêran
Winda bû çand û hem ziman
Qirbû jiyan û hem dewlet
Bi vî olî em bûn qurban
Em bûn dîlê van Ereban
Digel Tirk û van Eceman
Ji me dizîn ol û dewlet
Wêje û huner ji me birin
Navdarê me serjêkirin
Mal û saman tune kirin
Nehiştin em bibin dewlet
Şewreşê me vemirandin
Aştî û jîn di gurandin
Mirovatî di dirandin
Da em nebin xwedî dewlet
Bi ser de em tar û marin
Em ji hev re gurê harin
Bi dijmin re dost û yarin
Lewre jî em nabin dewlet
Em miletek bê serî ne
Em sed partî û kerî ne
dijmin pirê me kirîn e
çilo emê bibin dewlet ?
Yan “şoˈî”ne ya “sofî”ne
Eyûbî ne, Bermekî ne
Yan jî wek Hesen Xêrî ne
Ji xwe kurd qet nabin dewlet !
Rêberê me bûne sîxwer
Nûner jî bûne perexwer
Maf firotin bê ser û ber
Çawa emê bibin dewlet ?!
Derdê me her nakokî ye
Êşa me her nezanî ye
Kula me her xizanî ye
Ev her sê me nakin dewlet
Gazina me hey ji me ye
Ji rewişt û rêça me ye
Kurmê me ji dara me ye
Emê çilo bibin dewlet ?!
Pirsa kurd her ji xwedê ye
Çime par tim ji bedê ye ?!
Sêwî ye ji bav û dê ye
Çivt û bextreş û bê dewlet
Bindestî bo me ne şan e
Serbestî al û nîşan e
Her qûnaxî em paşa ne
Lê mixabin nîne dewlet
Ji nav mirinê jîn dibin
Kurd roj bi rojê şîn dibin
Bi hiş û hêz û vîn dibin
Kurd dê bibn xwedan welat
Mehfûzê mele silêman
Qamişlo 30 – 05 -2019

