Cejnek kurdî ye qurban
Divê hûn vê rastiyê bizanibin gelî kurdan
Çi têkeliya Ereb û Quran heye bi qurbana kurdan??
Berî ola ereban me hebû ev cejn û tore bihezar salan
Dest berdin ji va nezanbûna xwe ey kurdên dilovan
Û xwedî derên li dîrok û çanda xwe wek zanan
Mejîn wek bêheş û perîşan
Em xwedî çand û dîrokek dewlemendin ey heyran
Çima hûn xwe dibînin kêmî hemû netewan???
Ne şêrîntir û dewlemenditire çand û zimanên wan
Û nejî dîrok, çîrok, kok, ax, erd û ezmanê wan
Heger we pîrozkir ev tore û cejn pîrozkirin wek kurdan
Emin xwedî ev cejn û tore ne Ereb û nejî musliman.
20 – 07 – 2021
—————————————————————–
Qurban:
Têgînek kurdî resen e û ev cejn û tore ji ba kurdan derçûyî. Û heger hûn qamûsa erebî – erebî binin hûnê bi çavên xwe bibînin kû ev peyv ne bi erebî ye.
Qamûs:
Ev têgîn jî bi kurdî ye ne bi erebî ye.
Têgîn: term – مصطلح

