ZIMANÊ KURDÎ –   Beyar Robarî

Kurdên birûmet û niştimanperwer,

Xwûşk û birayên xweşewît,

Bi bûneya helkeftina cejna “Roja Zimanên Zikmakiyê”,  ya cîhanê kû dikeve roja 21`î reşemê, ez vê helbestê diyarî hemû evîndarên zimanê kurdî dikim û giyanê hemî cangorên Kurd dikim û her hebe zimanê kurdî.

Tev silav û rêz,

  1. Robarî.

                          ZIMANÊ KURDÎ

Zimanê kurdî, zarek zor kevn e

Şêrîn wek sirûşt û dewlemend e

Bilêvkirina xwe û nivisandin û deng e

Hêsan û lihevhatî naz û leheng e

Ziman û jiyana netewan yek şeng e

                      ****

Ziman, raman û hest û çand e

Perwerdeya mirov bi çûkî û serbest e

Giyanê çîrok, serborî û helbest e

Ji şahî, stran û zemawendê re, pê û dest e

Jibo henek û ol û bîr serdest e

                      ****

Ziman, kilam û awaz û ferheng e

Axiftina hemû hevwelatiyan, bi yek têgîn û peyv e

Ziman divê were parastin bihemû şêw û reng e

Û were bêtin û nûjenkirin, her qonax û çerx e

Jibo va xebata zanistî, zimanzan divên û derfet e

Fêrbûna zimanê kurdî, jibo me duhu dereng e.

********************

Bijî Roja Zimanên Zikmakî  21 reşemê.