– Min dil nema- şêrzad zeynelabidîn

Min dil nema, pirre ji xema, ma me çi ma ? wem derbeder

Sed ax û ox, roj ne di pilox, cerg bi kêm û zox, xem ketne ser

Xemên me jî, prrî mejî, ma em ji hejî ? kul û keser

Ne me bihar, dirişte ar, dirrha xirar, yêl taqe der

Ax Kurdistan, wey dilistan, hêj li bin destan, bê pez û merr

Wem di bê şivan, nîne xudan, xarin beran, mirna me fer

Dûrim ji yar, yal dest neyar, ya di ket hewar, min bîne der

Ax felekê , na bêy kekê , her carekê, helke fener

Me her şeve , ceng û reve, gurgê bi deve, pencin xencer

Tu çend bi nazî , sed awazî, dara mazî, her tol û terr

Got bes bêje, çîyay gêje, xema bi rêje, tu bi nale her

Ew girnijî , dan bay bijî ,ketme kujî , dil bo çeper

Bejn û bala , tewq û ala , rû-yo xala , mayn bê xeber

Naçî ji bîr , hosta û jîr, ya bê qusûr, me ka mefer ?

Berda me tîr , li ser me nefîr , cerg boye qîrr , bo ceng û şer

Dûrm ji welat , roj ne helat , xew jî xelat , bê ser û ber

Sed êş û jan , barê giran , ah û eman , sewda ye ser

Li ser me cenge , rê ya tenge , ne me denge , bo toz û ger

Bêhna tejî , ketye kujî , dil bo rejî , me ka dilber ?

Dujmin di boş in , şer firoş in , yêl me di doş in , bizna kever

Heta kengî , em bi vî rengî , an bê dengî , mayn bê zever

Ser helîne , min bi bîne , li me bi reşîne , misk û ‘enber

Yara mecaz, ew serferaz, bi daleh û naz, dêm kesk û zer

Dêm kesk û sor, pirrçê bi nor, şevên deycor, pirrî cehwer

Cerg piç piçim, bi roh û biçim, li gel wê biçim, gorr û mehşer.