Sê keçên pakrewan
Ew kulîlkên zor ciwan
Şêr û qehremanên Kurdistan
Lelya, Sakîne û Fîdan
Xebatkarên hemû qad û meydan
Hatin cangorkirin li paytexta evîndaran
Parîsa şaristaniyê û çand û mafan
Tev wê nehat deng ji ti kesan!!
Ji bilî gelê Kurd, yê bêdost û perîşan
***
Sê şepalên dilovan
- Cansiz, L. Şaylemez û F. Dogan
Xwûna xwe dan jibo azadiya Kurdan
Hatin kuştin bi destê neyarên Tirkan
Lê nehat binçavkirin kujdarê wan!!
Pirsa min lê ez heyran
Çima xwûna me kurdan wisa erzan e, lê delal?
Ew jî wek Qasimlo û Şerefkendî man bê tolhildan!!
Kanî yaseya Fransa, kanî mafê mirov jibo Kurdan?
***
Rehet rakevin, ey sê keçên pakrewan
Hûn netên jibîrkirin ey gulên Kurdistan
Sal bi sal em we bibîrtînin û dertên çarşî û kolan
Û daxwazdikin ji Fransa mafê we hersê delalan
Û vêdixin li ber serê nazdaran mum û findan.
09 – 01 – 2016


…Dest û hestên te saxbin mamostê rêzdar xwediyê peyvên watedar