Ji min re got kerê
Ey mirovê zane û çê!
Ez dixwazim birêya te bişînim vê peyamê:
Min got:
Jibo kê?
Wî got:
Jibo ramyarên kurdan yên çarpê
Min got:
Tu çi dixwazî bibêjî bibê
Wî got:
Çima paşve derin wek mîza devê??
Û ji korîtiya xwe venagerin ser rê??
Û her radibin û rûdinin wek koleyê axê!!!
Axeyên Tirk, Faris û Erebên çolê
Û nabin yek wek hemû netew û xelkê
Û peyama mina duyem belê
Jibo ew kurdên ranabin serpê
Û dijîn wek mirûdên serok êl û partî û melê
Min got:
Pir başe bang û peyamek wisa were ji kerê
Û şerimek mezine kû ramyarên Kurd tênegihin vê peyamê.
25 – 09 – 2021

