Hilde Qamişlo serî!
Carek din wek berî
Li dijî ev rêjîma xwûmij Esedî
Nijadperst û qerêj û genî
Û derxe jinav xwe gelê min wan kujdarên serserî
Da kurdên dilovan bijîn bi serbestî
Li Qamişloka evînê û ciwan zerî
Bajarê meye ev, çi dike li vir ev dagirkerê xwûnî???
****
Hilde Qamişlo serî!
Û biderke ji axa xwe ya pîroz ew qopikên Esedî
Ew şovînîstên qerêj û lipê wan bigire derî
Û birûxîne pûta Esed û bicurîne wek laşê genî
Ticar gur û hirç nabin dost û nejî merî
Kul û birîn derman nabin ticar bi gil û girî
Rabe gelê min serpêyan û van neyar derxe bizorî
Û hilde tola hemû cangorên 12 adara 2014 û bidestxe azadî.
12 – 03 – 2022