Ta kengî ev ramyariya tirkiyê qerêj li dijî kurdan? – Beyar Robarî

Wek em zanin, bi dehe sala dewleta Tirkiyê birêberiya Erdoxan, ramiyariyek (siyasetek) pir qerêj û xwûnrêj li dijî kurdan dimeşîne û êrişan li ser êrişê dibe ser kurdan li hemû perçeyên Kurdistanê ji bilî Rojhilat, bi armanca têkbirina gelê Kurd û şikandina viyana wî.

Di hin ciyan de ew biserket numîne nehîştin Başurî Kurdistanê bi dewletek serbixwe be bi alîkariya meleyên Tehranê nijad perest û Rojavayê Kurdistanê, kanîbû sê herêmên kurdî (Çiyayê Kurmênc, Girê Sipî, Serê Kaniyê) dagir bike û rê li pêşiya fêdêrali bigire.

Lê li hêla din nikanîbû PKK ji Başûr – Çiyayên Qendîlê derxe an têkbibe, gor bi sedan êriş bir ser sengerên şervanên Kurd yên Partiya Karkira Kurdistanê û ne jî kanîbû herêma Şengalê ji şervanên Kurd vala bike.

Tev hemî hewildanê dewleta Tirka faşîst li dijî kurdên Rojava çi yekser bixwe an birêya layangir û hevalbendên xwe ew komên tundrew û xwûmij, nikanî doza gelê Kurd li va perçî Kurdistanê bifetsîne û têkbibe û me dît û em dibînin, kû rewşan rêberiya gelê me birojane bihêztir dibe û têkeliyên wê bi cîhanê re berfere dibin û pêşde derin. Û Tirk nikanin ji hîro pêve, kurdan carek din vegerînin ciyê berê yan berî şoreşa Sûrî sala 2011 û wan ji nûve bi koleyên rêjîma kujdar Esed kin.

Lê tiştê balkêş ew bû, kû ji nişkave rêberiya dewlata Tirkiyê dema pîrozkirina Cejna Newrozê hîsal, binermî nêzîkî kurdan bû??? Û ti êriş nebirin ser wan û rê dan kû Kurd bi aştiyane û şêwak azad Newrozê pîroz bikin, lê qedexe bû alên Kurdistanê rakin û nejî cil û bergên kurdî li xwe kin!!! Ta li Efrînê kû herêm dibin destê wan de ye, rê dan kurdên li wir manî Newrozê pîroz bikin!!!!! Pirs:

Gelo, çima û sedem çi ne??

Li gor dîtina min, berpirsyarên tirkan û di serî de Erdoxên ramiyariya (siyaset) xwe nagihartî û ne jî nijşkava wijdanê wî ji xew rabûyî an dilovan ketî dilê wî. Ev gav nermiya bi zanebûn Erdoxên avêt û armanca wî ji vê gavê ev in:

1/ Xuyaye Erdoxan dixwaze di hukim de berdewamke û ew baş dizane kû, cemeweriya wî pir daketî di nav milet de û pêwîstiya wî bi hevalbendekî heye jibo kanibe di hukim de bimîne. Û ji kurdan baştir li pêşiya xwe nabîne.

2/ Jiber şerê Rûsan li dijî Okraniya û şermezarkirina wan vî şerî, Erdoxên naxwast rûreş derê li pêşiya cîhanê û êrişê bibe ser kurdan roja Newrozê û bitaybet Kurd Cejna Newrozê bi aştiyane pîroz dikin.

3/ Li gor agahiyên min, hin guftûgo dinavbera dewleta Tirkiyê û Ocelên de hene. Erdoxan dixwaze Ocelên carek din bixapîne û dengên kurdan qezencke birêya wî, û paşê carek din kurdan bi erzanî bifroşe.

Jiber wê, divê Ocelan û rêberiya PKK xwe naxapînin û bawriya xwe ticar bi rêberên deleta Tirkiyê nekin. Gufûgo pêwîstin û em ne li dijî guftûgoyan e, lê belam divê gufûgo aşkere bibin û bi sînor bin û li gor hin qeydan.

Nabe Kurd li ser masê r li gel Tirkan rûnin û bi hezaran ramyarên Kurd di zîndanan de. Ta em zanibin birastî deleta Tirkiyê dilsoze di axiftina xwe de, gava yekemîn divê zîndevanên Kurd ji zîndanê ber de û leşkerên xwe ji sê herêmin Kurdî (Efrîn, Serê Kaniyê, Girê sipî) bikşîne, jibûna hin bawerî dinavbera me û wan de, çê bibe û em kanibin b hevre bidinûbistînin.

29 – 03 – 2022