MEZLÛM – MEHSÛM –   Beyar Robarî

Du lehengên Kurd

MEZLÛM

Weke şêran zincîr çirand

Dengê xwe bi tevahî mirovahiyê gihand

Poz li neyarê Tirkan şikand

Berxwedana rasteqîne li dost û hogiran mand

Û tirsa nav hundirê dilê kurdan qetand

Û bi serbilindî wî qehremanî serê ramand

******

MEHSÛM

Bi mêranî yekemîn qurşîn teqand

Dengê Kurd bi cîhanê tevde gihand

Ala azadiyê ji nûve vejand

Rêya Kewa û Keyxesro bimerdî şopand

Û bi hezaran xort û keç li dora xwe civand

Û çember li nava dijmin şidand

Û bi carekê re nîrê zulmê qetand

Û Kurd li çand û nasnameya xwe vegerand

Ey pakrewrên mezin û lewend

We bi mêranî erka ser milê xwe qedand

Û evîna welat di dilê kurdperweran de çand

Û bixwe bawerî di heşê wan de meyand

Û koletî di pin lingan de tepisand

Bi bûneya 15 tebaxê min ev helbesta ji giyanê we re nivisand.

                                    &&&&&&&&&&&&&&

One Comment on “ MEZLÛM – MEHSÛM –   Beyar Robarî”

  1. Her tim bi xemgînî dimîhînim, li dem û wexta ku ez çîroka jiyana Mezlûm Dogan û A. Ocelan didim hember hev, li pêş dozgêr (dader, the judge) dewleta turkiyê, ku çawa Mezlûm Dogan li salên 1982’an bi qehremanî û serbilindî li pêş û gotinên mezin û buha û bilind der-dixistin hol û meydanê, û çawa ku serokî PKK’ê Ocelan li sala 1999’an bi melûlî û serî xwarî li pêş dadgeha turkiyê sehkinî ! Tevî ku rewşên zinadanên turkan li salên 70’ê, û 80’ê bi bîst taqan pistir bû û xeraptir bû ji salên 1999’an û 2000’î !

    Mezlûm Dogan û hevalên xwe va, qet NEPEJIRANDIN (qebûl nekirin) ku dozgêr (dader) bang wan bike (APOCÎ … !!!), û li dijî peyva Apoçî der-ketin, û şermeza kirin, û got:
    Em partiya Karkerê Kurdistanê ne, û ji bo Kurdistana azad kar dikin, û hinek kes me bi namî (apoçî) dinasînin, hinek heval û dostên PKK’ê jî wekî te “dader/dozdêr” dibeyin, lê ewna ji bin hiş û mêjûya gundatî û xezantiyê hatine, û hinek jî hene ku bi qerezî (mezûz) bang me PKK’ê dikin bi namî apocî, lê em ne komek çete ne ku bi namî kesan werin naskirin, em endamên partiya karkerên Kurdistan in !

    Li sala 1982’an Mezlûm Dogan li xwe qayîl nebû ku namî (apocî) hil-gire tev namî xwe yê fermî (PKK’ê), û ne jî dost û hevalên wî ku pê ra bûn li pêş dadgeha turkiyê. Ev e ku ez dinasînim û bi nam (nav) dikim QEHREMANTÎ û MÊRANTÎ !

    Mezlûm û hevalên xwe li sala 1982’an, ew peyv û gotina (APOCÎ) bi çeteyan va girê-da ! Û em ne çete ne, lê em PKK’ê ne !

    Fermo temaşe bike, vê vîdyowa li girêdanka (link of) jêrîn, ji xeleka 13:00 û pê va li ser vê çîrokê ra-diweste.
    https://www.youtube.com/watch?v=E7hUlCwHezY

    Bimîne xweşbar

Comments are closed.