Çep lêxe .. rast lêxe
Rast lêxe .. çep lêxe
Rastî her dimîne rastî
Wek çawa mezintar nabe yek ji sedî
Û ticar koletî nabe serbestî
Û nejî dagirkerî dibe xelasî û azadî
**
Çep lêxe .. rast lêxe
Rast lêxe .. çep lêxe
Rastî her dimîne rastî
Rastiya Tirkan destbernadin ji hovîtî
Û kêşe ne ewlehiya dewleta tirkane û aramî
Mijar dagirkerî ye birano û serdestî
**
Çep here .. rast here
Rast here .. çep here
Rastî her dimîne rastî
Tirk bi derewan nikanin bixapînin kesî
Û rastiya şerê Efrînê dagirkeriye berî her tiştî
Û ti têkeliya xwe tune bi azadiyê re û serbestî
**
Çep here .. rast here
Rast here .. çep here
Rastî her dimîne rastî
Û rastiya Erdoxan û tundrewên teve wî
Kujdarin, xwûnvexwar û dirindene wekî wî
**
Çep lêxe .. rast lêxe
Rast lêxe .. çep lêxe
Rastî her dimîne rastî
Rasiya hîro li Efrînê dirije xwûn
Û cîhanê pişta xwe dan kurdan bê şerm bûn
Lome ji wan nabe ger bi hin kurdan
Şêrîn tên xenazî û xenaz bûn .. bûn.
25 – 02 – 2018