Nabe jibîr bibe ev komkujî
Û nejî ew rondik û dilopên girî
Û nejî lorîna dayîk û bavan û zerî
Û nejî dîmenên termên kurdên bêguneh ramedî
Milyonek tuf li rûyê Sedamê dirinde û genî
Û hemû alîkarên wî ew yên nijadperest û şovînî
Komkujiya kû segbavê Sedêm bi serê kurdan anî
Ticar divê jibîr nebe ev xwûnrêjî û hovîtî
Helebece divê bimîne jibo kurdan û mirovahî
Wek sîmge û nîşana berxwedan û serfirazî
Divê were kolan bîreweriya va bûyera rûreş di wijdanê heryekî
Û Kurd divê vê komkujiyê bi zarokên xwe bidin xwendin wek bêtivî
Da di heşê wan de rûne wek bîrûbawrî
Tev komkujiya Enefal, Şengal, Palo, Dêrsim, Emûdê û Robiskî
Gelo, çi tevîlî heye dinavbera Sedam û Hitlerê nazî??
An Erdoxan û Beşarê kujdar û meleyên farisên devxwûnî??
Zînde hîştina bîrwera vê komkujiyê tê xwastin ji kurdî
Da carek din filaketek wisa nestê biserê tu kesî.
16 – 03 – 2023
+++++++++++++++++
Dîmen: image, منظر
Sîmge: symbol, رمز
Filaket: disaster, كارثة