Alûzer –   Beyar Robarî

Alûzerê alûzer

Ey zeriya ji gulan çûyî der

Şêrîn lihevhatî wek roya zer

Sorzer rengdanî dêman wer

Dagirtî pêsîr bi xweş gewher

Nava zirav girêdayî bi kember

Alûsîn ji dest xweş tê der

Ez rizandim bi delaliya xwe te alûzerê her û her.

19 – 10 – 2023

+++++++++++++++++

Alûzer: رائع، بديع

Alûsî: غنج، دلع

Alûsîn: التغنج، التدلع