Were b’bîne
Nê kurd kurdê
Duhî nîne
Dujmin diyar bûn
Evroke kanê kîne
Çete û diz û
Çend gendelên
Til genî ne
Ev Efrîne
Çiqlê pîrozê
Zeytûn ê
Yê bûy meşxel
Agir pêkeft
Kes nikare
Vemirîne
Ev Efrîne
Warê Avêst a û Barîne
Ka ew kiye y
Har û dîne
Çawa divêt
Efrîn a me
ji me bistîne
Qed wenîne
Ev Efrîne
Her tayekê
Van zeytûn a
Dê bîte sing
Çavê dujmin
Dê kete çal
Ü dipeqîne
Ev Efrîne
Nê kurd kurdê
Duhî nîne
Ka bizanin
Dujmin kîne
Paşveroyên
Osmanlî ne
Hind jî caşên
Xomalîn e
Hind midya jî
Wîjdan nîne
Ew piştgirên
Dujminî ne
Ne di rû spî ne
Tev diyar bûn
Gurzê giran
Têwerîne
Dê ka lêxin
Pirt pirt biken
Dê ka singî
Lê bi dirrîne
Axa pîroz
Jê paqij ken
Li jêr linga xin
Yê nehomar
Şepirzeke
Bigemrîne
Ev Efrîne
Ev Efrîne..
Şêrzad zeynelabidîn
01/03/2018

