Beyar Robarî – Cemal Nebez¹

Cemal Nebez

Te nebû pez û rez

Û nejî zêr û zîv û almaz

Pênûsê te sermaye te bû û saz

Xwedî raman bûyî tu û peyvsaz

Te xizmeta ziman û çanda kurdî kir bêlawaz

                      **

Cemal Nebez

Tu gelekî bezî û berxweda bi roj û şev

Jibo hebûna kelepora Kurd û ticar ne got ez

Dilovano nikane bigire ciyê te her kes .. kes

Ezmûn û keda te dewlemende wek buhara naz

Te berhem û lêkolîn nivisandin ta dawî nefes

Kurd nêzîkî te bûn biqedrek mezin û hez

Çiqas bikin bez nagihê te ti kes

Oxirbe ey mamosteyê gewre û serfiraz

Rehet raze seydayê wêje û helwest

Jibo te diyarî dikim gurzek gul û ev helbest.

09 – 11 – 2018

———————————————

  1. Nebez:

Sala 1933 li bajarê Sulêmaniyê ji dayîka xwe bûyî. Û roja 8 meha mijdarê sala 2018 li Almaniya anîjiyan bû.

One Comment on “      Beyar Robarî – Cemal Nebez¹”

  1. Bila serî gellî Kurd sax be
    û serî malbeta Cemal Nebez jî sax be
    bi aramî û aştî raze ew can û rewana hez-ber
    li her dem-warê, nam û ramana te dê bimiîne enûş-ber

Comments are closed.