Beyar RobarÎ-    HÛN BELE NE!

Bi sonda giran hûn bele ne

Bela serê gelê me ne

Çi rêber û serokpartî hene

Tevî nexweşî û ezezî û pûtperestên me ne

Ji dijmin re hûn tevî caş û peya û kole ne

Û hûn hemî dizê gelê me ne

Û xwûnmijên ked û hebûna me ne

                            ***

Bi sonda mezin hûn bele ne

Bela serê gelê me ne

Hûn nexwedî baş karin û ne ewle ne

Û hûn ne ciyê baweriya me ne

We wendakir Kerûk û Efrîn cî û werê me ne

Û perîşan hîştin Şengal û Êzîdiyên me ne

We nema hêdî rûmet û rêz li nav kurdên me ne

Nema em dibin mirûd hêdî em azade ne

Barkin ji nav me, besê me ne haqas derd û bele.

12 – 08 – 2019

One Comment on “       Beyar RobarÎ-    HÛN BELE NE!”

  1. Gotin û ramamên we rast in, û dê wezê jî ji gotina dostekî ku şîrove kiribû li ser gotareka pîlanzanî (sêyasê), û nihrînên wî jî nêzîk bûn ji wûte û peyvên we ve, û gotina herî bi hêz gotibû:

    “Em Kurd, hem derd in û hem derman in !”

    Silavên dillînî (ji dill) bo we.

Comments are closed.