Apê me apê Osman Sebrî
Nasenameya te kurdperwerî bû
Tu zane û pêşeng û jîr bû
Û bi pêşeroja gelê xwe mezin bawerî bû
Dijmin herdem ji te bitirs û çavtengî bû
Xizmeta te jibo azadiya kurdan lehengî bû
Serxwebûna Kurdistan jibo te armanc û hêvî bû
Ne wek hin kesên mal, milk, post û qezencî bû
Bi rûmet û qehremanî te jîn bû
Herdem ji te re bindestiya Kurdistan birîn û bar bû
Lê ez çi bikim mam dor te tijî çeqel û rovî bû
Yek peyayê vî dijminî bû û yê din peyayê wî bû
***
Apê me apê Osman Sebrî
Jibo me her dimînî nimûne û pêşengî
Û di nav gelê kurd de xwedî bilind dengî
Mûma te dadayî ticar venamirî
Keç û xurtên me şer û xebat dikin bi lehengî
Nêzîk bûye Kurd ji serxwebûn û azadî
Ey Apê hêja her kurdperwerk ji te bikêf û razî
Rehet raze wê bicî werin hêvî û mirazê te û emê avakin sazî.
11 – 09 – 2019
——————
(1905 – 1993)

