Zaredeşt
Emin Zaredeştî
Yek ji me bi hezarûsedî
Erka me li cîhanê Evîn û Aştî
Û armanc nemîne kesk tî, xas û birçî
Ev e ola me mehrîbanî û xweşhestî
Zaredeştê kal ew bi me gihand û anî
Laleş
Emin Ezdahî
Bawermendê Yazdanê jorî
Ola me nizane cî ye kuştin û zordarî
Peymana me xweş jîn û biratî
Jiyanek bê xwûn û koletî
Û paqijya jîngeha em têde dijî
Ba, av û zemîn herdemî
Û parastina mafê her mirovî … her mirovî.
01 – 03 – 2020

