Beyar Robarî   –    Yara zerî

Fodilî yara zerî

Wek buhara xemilî

Ji zû de tu ketî vî dilî

Çiye li tenîşta te porzerî

Şahciwan û xweş perî!!!

Veke veke wî dilî

Jibo min law lawî

Te girt dilê min ji bin ta derî

Û sermestim ez bi te tijiya serî

Kesek nikan derxe te ji vî dilî

Ne bizor û ne bixweşî

Emê siwarbin li pêlên deriya evînê ta dawî

Evîn nizane çiye tirs û girî

Nederde bo min xizim û merî

Were soz bi min de û bixue sond lê zerî

Kû tu ticar ji vê dozê dest bernandî û venagerî.

20 – 07 – 2021