Sal gihîştin çelî
Ma ez kanim bikim gilî
Û bêjim kû saljîna min hate dizî??
Tenê ez kanim bikim gazinc û bîrî
Erê yara min keser û bîr û girî
****
Sal gihîştin çelî
Û bi ser de por sipî dibe wek pembî
Saljîn roj biroj dere berve gelî
Were bese tu bikî bêheşrêzî
Wateya jiyanê ne tu bighê sedî
Belam tu jiyanê derbaskî bi evînî
Bi xweşî, serdestî û dilovanî
Were mela para min û te bin rojên manî.
19 – 10 – 2021
——————————————————-
Saljîn: العمر Heşrêzî: منطق Serdestî: سيادة Wate: معنى
****************

