Ey neyarê qaf seqet! –    Beyar Robarî

Ey neyarê qaf seqet!

Te ti sey wernegirtin ji dîrokê qet

Te bawerkir gelê Kurd jihevket

Lê bawerke tu li tehtê ket

Hezar salin em li rûyê dagirkeran dertên û biçek û rext

Û ti caran me seriyê xwe danenî û raneket

Û herdem deng bi qurşîna hat û me ket

Û em bêdeng neman û me kire kefte-left

Û êrişa we ya xwûnrêja dawîn vala derket

Û carek din weke caran hûn têkçûn û bibin ket

Berî we me bidehan dagirker derkirin ji vê axê û jîn serbest

Ev wara Kurdistan e warê bax û gulan û bext

Ne warê hovan û kujdar û xwûmijên qerêj û sext

Herzar silav li giyanê we be ey keç û xortên qehreman û mert.

02 – 02 – 2022

One Comment on “ Ey neyarê qaf seqet! –    Beyar Robarî”

Comments are closed.