Şêrzad Zeynelabidîn – Xem û pejara milletî

 

Ma ji pejara evîndaryê, ma tiştek xweştir heye
Lew xasme ya milletî bît, yê ne dît bît tûle ye !!!
Vê xem û pejarê kuştim, hêşta hindek lewçene
Ger ne gehme yara nazdar, ma xewn jî gunhene ?
Bihêlin xewnekê bi bînim, li mi nekene jehre mar
Destê xwe dê havêm rojê, belkî dê wê înme xar !!
Nehez û bê eql û mesta, dest li min bestin çep û rast
Dê bi piya bezme miradê, pê li min gestin çep û rast
Dê ezmanê mi çilê ken ? şûrekê xweş ser birre
Dê bang det bo serxwebûnê, ala rengîn hel bi firre
Ger maf û yeksan û rastî, li vê cîhanê ew hebin
Ma çima bo Kurda nînin, bo çî xem bahra me bin ?
Bo çî em her ho di nalîn, nê pîçek sûça meye
Xwe froş û kes peristîn, ma çi bêjim nê weye
Bi erzanî xwe nefroşe, ey xudanê qelemî !!
Rastî evro bête gotin, dê rizgar bîn em hemî
Milletê ax zêr û befrîn, parçe kirye dujmina
Amede bûka cîhanê, Mehabad a dest bi xena
Kerkuk hêşta di nalîtin, penaber li jêr xîveta
Ax lê zêr û zik lê birsî, ka xudanê hîmmeta ??
Rojek dê hêtin ji Kobanê, bê sinor biçime çemî….1
Paşî ser evraz bo Wanê, bo seredan biçîn hemî …….2
Ji wêrê bi çim bo Mehabad, bi cih bînim hecca berê …..3
Paşî li Seywan min bin ax ken, beram berî esmerê.
Şêrzad Zeynelabidîn
12/06/2009
Dîwana : Jikûratiya Xemên Bêdeng
1:-Çemî =gundê min ,Çemê seyda. 2:-Devera wanê cîhê bab û kalên dapîra min (ji aliyê daykê )
3:-Li sala 1974 ê ez çûm Mehabad mirada min ew bû wêneyekî li gorepana Çar-çira bi kişînim lê savakên şahê gorr begorr li min qedexe kir.