RAMÛSAN! –   Beyar Robarî

Xanima dilovan!!

Ramûsan .. ramûsan

Min ramûsan ke hemî deman

Ne yek û dudu bihezaran

Siban û şevan

Li binê daran

Li nava nêrgizan

Li ber çeman

Li baxê gulan

Li nava kulîlkan

Li şevbêrk û şahiyan

Bihemû hêz û xwaziya dilan

Ramûsanin germ û giran

Te em serxoş dibin bi meya lêvan.

24 – 10 – 2023

One Comment on “    RAMÛSAN! –   Beyar Robarî”

  1. Silav ji te ra bira Beyar dilcan, û pê ra:

    Ew wûte û peyv a (Ramûsan) ku ji koḳ a (Ramûs) hatiye, ew bi xwe hevbende ye, ji van du paş-koḳan der-ketiye:
    – Ramûs = Ra-Mûs
    1- pêşgîn a (ra-), ji wate û mehne ya (ra-beh, ber jor, bilind, hil, berz, to up, to rise)
    2- û wûte ya (-Mûs) bi xwe jî di rengî rader de (in the infinitive form), ew hem nam/nav e û hem jî lê-ker e.
    Û sînonîm û ber-dêl a wê: maç kirin

    * ra-mûs:
    (lê-kerî negerguhêz/the intransitive verb)
    – ra-mûsa … kissed
    – ra-dimûse … [he] kisses
    – ra-dimûsim … [I] am kissing
    – ra-dimûsin … [we/you/they] are kissing
    – ra-bimûse … [he] will kiss
    – ra-bimûsim … [I] will kiss
    – ra-bimûsî … [you] will kiss
    – ra-bimûsin … [we/you/they] will kiss

    * ra-mûsîn:
    (lêkerî gerguhêz/the transitive verb), ew paşgîn (-în) nî-şan a lê-kerî gerguhêz e.
    – ra-mûsand … kissed
    – ra-dimûsîne … [he] kisses
    – ra-dimûsînim … [I] am kissing
    – ra-dimûsînin … [we/you/they] are kissing
    – ra-bimûsîne … [he] will kiss
    – ra-bimûsînim … [I] will kiss
    – ra-bimûsînî … [you] will kiss
    – ra-bimûsînin … [we/you/they] will kiss

    – ra-dimûsand … [he] was kissing
    – ra-dimûsandim … [I] was kissing
    – ra-dimûsandin … [we/you/they] were kissing
    – ra-bimûsanda … [if he] was be kissed
    – ra-bimûsandima … [if I] was be kissed
    – ra-bimûsandî … [if you] were be kissed
    – ra-bimûsandina … [we/you/they] were be kissed … whd.

    Wûşmê jê tê gowtin:
    * Min ra-bimûsîne …
    Li şown a (min ra-mûsan ke), ji alî rê-zimanî va ew yê ţe nivîsandiye qet ne şaş e, lê ji alî belavbûnê va li nav civakê (Min ra-bimûsîne), ew pir naskirî ye.

    * Bihezaran …
    Ji alî nivîsandinê va, ew şaş hatiye nivîsandin, û rengî rast ev e ( Bi hezaran).
    Ew amûr û alavê (bi: bi înglîzî [by], bi fransî [par]) di nivîsandinê da, ew dikane bi tenê a serî xwe biseḳine û ra-be û cih bistîne. Û gereḳ em vê war û cihî jê nestînin.
    Û ew seḳinandin a bi tenê a xwe, wê ve-diqetîne û cûda dike û diparêze ji pêşgîn (bi-: to be, être) teve lê-keran, mîna:
    – bi bez ne bi meş … by running not by walking
    – bibez ne bimeş … run and not walk

    * Bihemû …
    Ev jî rengî rast ji nivîsandin a wê ra ( bi hemû) e, mîna ra-vekirin a jorîn.

    * te em serxoş dibin …
    bawer û înan dikim ew mebest a te, ne ew bernamî (bernavî) standinê ye (te, tu), lê ew wûte ya (ţa, heya, heta ..), wê gavê jî nisîsandin a rast ev e (ţa em serxoş dibin…).

    Dîsan jî teve rêz û silav, û li xwe miqat (miqyat) be.

Comments are closed.