BEYAR ROBARÎ – KURD Û ZIMAN

Di jiyanê de, min miletek wek miletê Kurd, kû wiqsa ji zimanê xwe dûre nedît!! Tu kanî bibêjî sedema vê kêşeyê ji dagirkeriya welatê kurdan Kurdistanê tê! Dema em li ser kêşeya dûrketina zimanê kurdî daxivin em li ser dema hîro dengdikin û em nikanin hemû kurdan wekî hevdû bigirin.

Pirsa min li vir:

Gelo, ev gotin çiqasî raste û ma dagirker tenê berpirsyarên ev rewşa awerte ne??

Bi dîtina min be ev gotin hinekî ji rastiyê ve dûr e!! ÇIMA?? Jiber kû dema mirov bixweze kane herdemê di mala xwe de, bi zarokên xwe re bi zimanê zikmakî baxive. Yên zarokan fêrî zimanê zikmakî dikin dayîk û bavin û piştre malbet û civak tê.

Duyemîn, em netê wek miletek bindest bûne û rastî dagirkeriyê hatinî li vê cîhanê. Heger hûn bala xwe bidin Cihoyan hûne bizanibin ez li ser çi daxivim. Zêdetirî (2000) du hezar sal Ciho wek me kurdan bê dewlet bûne û ji wê xerabtir li cîhanê tevde belabûnî û rastî komkujiyên mezin hatin di dîrokê de, wek komkujiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn.

Tev wê jî me dît Cihoyan dest ji zimanê xwe û nejî ji deynê xwe berdan û dayîk wek bingeh girtin, yanê tu Cihoyî ger dayîka te Ciho be. Hemî Ciho deyndar an nedeyndar bi ziman û deynê xwe serbilindin û gor miletek biçûkin. Ew li ku bin zarokên xwe fêrî zimanê Hibrî dikin û di serî de li malan û paşê wan dişînin dibistanên seretayî yên Cihoyan. Û li gel zimanê zikmakî baş fêrî zimanê welatê lê dijîn dibin û teve civakê dibin û bayexek mezin bi xwendin, zasinstî, çapemenî,  şanxane (Sînema), seremaye û mijûkariyê didin.

Li hemberê wê me dît û em dibînin, bihêsanî piraniya Kurdan dest ji ziman û deynê xweyî Yazdanî û Zaredeştî berdan û zimanê dagirkerên welatê xwe wek zimanê zikmakî ji xwe re girtin û wisa bi milyonan Kurd bûn Ereb, Faris, Tirk, File û koma herî mezin bûn Musliman!!!

Û wisa Kurd ji: Ziman, deyn, dîrok, çand, hûner, kevneşop, tore, kelepora û yaseya xwe resen man.

Hîro li Ewrupa dora (3) sê milyon Kurd hene, û mafê wan li gelek welatan wek “Siwêd, Nerwêc, Holanda, Almaniya, Birêtaniya, Belcîka, Fransa” heye zarokên

bişînin dibistanê bûna fêrî zimanê xwe zikmakî bibin û hukmetên van welatan alîkariyê dikin nebes jibo zarokên Kurdan. Bes tenê Kurd divê mamosteyan û pirtûkan peydakin.

Lê mixwebe Kurdan nemamoste hene û piraniya wan jî jixwe naxwazin zarokên xwe fêrî zimanê kurdî bikin, jiberkû bênamûsin û fedî nakin.

Û kêşeya din, dema yekbûna zimanê Kurdî tê meydanê, em dibînin yekser hin hêlên kurdî, zaravperestî û herêmperstiyê didin pêş û li dijî yekbûna zimanê kurdî dertên. Xwediyên va helwestê kurdên kû bi bi zarava Soranî û Kirdikî daxivin û li zora wan qet nare dema bi erebî û tirkî û farisî daxivin.

Kurdên hêja, vê pirsê ji xwe bipirsin:

Gelo, çima ta hîro em Kurd nikanin zimanê xwe biyek elfbeyê binivisînin û bixwûnin û têgînan biyekin???

Va (30) salin li Başûrî Kurdistanê biraderên me Soran razî nabin em zimanê Kurdî biyekin û em hemî dizanin kû elfbeya latînî jibo zimanê kurdî baştir û hêsantir e û piraniya kurdan bi vê elfbeyê bikartînin û pê dinivisînin.

Tu nikanî wek kurdek tenê loman ji dagirkerên xwe bikî û numîne wek me li pêş xuyakir, kesên kû nahêlin zimanê kurdî biyek be Kurd bixwene. Û bişêwak vekirî û açiq ez dibêjin: Kesên li dijî vê gavê rawestiyanî û radiwestin ta roja hîro biraderên Soranin û Kirdikin, jiber dixwazin zaravên biçûk li serê me bizimankin!

Û jibûna ev erkê pêknetê, ew biraderên kû bi zarava Kirdikî û Soranî daxivin direvin û dibêjin Kurmancî jî zarav e!!! Ev gotin derewek herî mezin di dîrokê de. ÇIMA???

Gelê Kurd, navê xwe bi sedsalan Kurmanc bûye, lê ticaran Soran nebûye û nejî Lor, nejî Kirdik û nejî Kelhor bûye. Jiber wê ta roja hîro em bi zarava Soranî re dibêjin: “Kurmanciya xarû”. Û peyva xarû tê wateya başur, yanê başûrî welatê me kurdan. Û ji bîrnekin dora serîsedî (70%) bi va zimanê kû min gotar nivisandî daxivin.

Li dawiyê, ez dixwazim vê bibêjin:

Berî em dagirkerên xwe rexene bikin, pêwîste em li kêmkasî û kêmkuriyên xwe binêrin. Hîro li Rojavayî Kurdistanê, piştî haqas xwûn û ked, tev wê jî hin kurdên bênamûs, zarokên naşînin dibistanên kurdî û li şona wê dişînin dibistanê rêjîma qerêj û faşîsta Esed!!!!!

Jiber wê, daxwaza min ji rêberiya me, divê zimanê kurdî bêtivîke li ser hemû zarokên kurdan û bi zimanê kar ke, jiber hin Kurd hene ger netirsin wê Xwedîkî xwe çêkin û ji dijmin xerbabtirin.

Heger Kurd birastî dixwazin nasnameya biparêzin, divê her kuredek bi zarokên xwe re bi zimanê kurdî baxive û li ku derê dibe melan bibe. Û duyemîn dîroka xwe baş binase, û sê yemîn dest ji deynê Ereban berde û li deynê xweyî Yazdanî vegere.

Tenê wisa em kanin ziman, çand, kelepora, toreye, metelok, lîsk, henekên xwe biparêzin.

KURDO, ZIMANÊ KURDÎ NE TU POSTEKÊ DAXÎ AN ROJA CEJNA ZIMÊN PÎROZ BIKÎ, ZIMANÊ KURDÎ NIVISANDIN, AXIVITIN, RANMANKIRINE Û JIYANA ROJANE YE Û ZAROK FÊRKIRIN Û PERWERDEKIRIN BI VÎ ZIMANÎ YE.

23 – 02 – 2024