Gelo, rast me çapemeniya kurdî heye? – Beyar Robarî

Li gor min wek edîbek/wêjevank Kurd çapemeniya kurdî nîne. Hemû rojname, îzgeh, kovar, wêneguhêz, malper, tevî milkê partiyên ramyarî ne. Belkî du-sê malper tenê azad bin û xizmeta doza gelê kurdî dikin û yek ji wan malpera: “Dengê Kurdistanê” ye.

Ji bilî wan, hemû çapemiya kû xwe wek çapemeniya kurdî dide naskirin tenê xizmeta partî, serokê partiyê û malpeta wî dikin. Û baştirîn numîne çapemeniya: (PDK, YNK, PKK, PYD, PDK- Rojihilat, Komkar, Yektî, Pêşverû, ….).

Ev çapemenî tenê xizmeta partiya xwe û serokên wan partiyan dikin û ji wê xerabtir xizmetî malbeta serokê partiyên dikin. Ji sibê ta hêvarê karmendên wa çapemeniyê, bufe serokên partiyan dikin û bêşerim û fedî ji Xwedê mezintir dikin û dibêjin ew diser rexnêre ne!!!!

Û heger kesek wek min, rexnakê li wan pûtan bike, wek segên cehemî hefî te dikin û va (30) sî salin ew berdewam hefî min dikin, jiber kû ez Xwedpûtên wan rexne dikin û paşiya wan aşker dikim.

Bawerkin, ger mîrên Bedirxanî bizanîbûna kû partiyên kesîtî kû hîro ji mêriyan bêtirin li Kurdistanê, destên xwe wê dînin ser çapemeniya kurdî, ticar wan “Rojnameya Kurdistan” danedimezrand. Û ger kanî bûya ji gora xwe rabûya wê û rewşa çapemeniya van partiyên gemirî bidîtina, wê gelek boşman bubûna.

Li welatên rojava yên dêmokrat û azad, ticaran min nedît li welatek wek: Fransa, Birêtaniya, Holanda, Siwêd, Almaniya, Kanda, Amrîka, partiyek ramyarî (siyasî) rojnamak an kovarek xwe hebe.

Li hember wê, partiyên Kurd, ew in kufikî û xerab, her yekê dehe wêneguhêz, rojname, kovar, malper û îzgeh hene!!!

Pirsa min:

Gelo, ev partiyên sexte peran ji ku tînin??? Ger ne ji mal û milkê gelê Kurd û dizînê!!!!

Edîbek/wêjevank wek min gelo, kane di wêneguhêzk (PDK, PKK, YNK, PYD) baxive û wan rexne bike??? Bersîv helbet NA.

Ji ber wê ez hemû ev çapemiya heyî bi du (2) qurşan nakirim. Mala Amrîkiyan hezar carî ava be kû Întêrnêt çêkirin û xelk azadkirin ji bindestiya hemû sazî, partî û humketên sextekar çi Kurd din an Ereb, Tirk û Faris.

Bi bûneya helkeftna Cejna Çapemiya Kurdî, ez serkeftinê ji “Dengê Kurdistanê” re dixwazim û herwisa daxwaza min ji kek “Hîşam Eqrawî”, berhmên min hemiyan biweşîne û bitaybetî helbestan. Ez wek edîb berpirsyarê gotinên xwe me nekesek din.

Li dawiyê, silav û rêz jibo mîrên Bedirxanî û hemû xwendevanên berhemên min û hêvîdarim hûn berdewam berhemên min bixwûnin û sûdê je bimînin û heger hûn baş nabîin mexwûnin.

22 – 04 – 2024

One Comment on “Gelo, rast me çapemeniya kurdî heye? – Beyar Robarî”

  1. Teve silav û rêz ji we ra bira Beyar dilcan.

    Livba hme em dibêjin ( puf, pif ), û ji wê şor û gotinê wûte û peyvên mîna ( pufo/pifo, pufê/pifê) der-ketine.

    Yaw, tu pufe xurcê* dikî … !i

    Xurc: ew kurtanên li ser piştên dewêr (kerr, hesp, qantir .. hwd), gava ku berîkên wan kurtanan hebin, ew bi wan berîkan ran dibêjin “xurc”, û “xurcî kurtanê”. i

    Û ew şor û gotina: (pufe xurcê dikî), ew bi wate mehneya, pufe tiştekî boş û vala dikî ku tişt jê der-nakeve û bi ser-nakeve.

    Êdî pirsa min ev e:
    Ew li kîjan herêmê hûn dibêjin (buf), gelek xweş e gava ez nas dikim wan devokên zimanî xwe, kurdî, û ev yek jî nî-sanê (nî-şanê) dide ku ew rêdar û qanûnê beyesazî (fîlologî) di navber guhartina van tîpan da bi hev ( b-p-f-v- ), û ew mînekê herî naskirî:
    Pazik ..(b-p).. Basik
    Poşman bibûna ..(b-p).. Boşman bibûna
    baB ..(b-v).. baV
    Firtone ..(f-v).. Virtone
    Pirî ..(f-p).. Firî

    Diser rexnêre ne … ❌(nivîs şaş e)
    Di ser rexnê ra ne … ✔ (nivîs rast e)

    Ji ber:
    Ew amûr û alavê rê-zimanê kurdî (re, ra) ku ew nî-sana (nî-şana) hevpariyê û dostaniyê û hevaltiyê û meşandinê bi hev re, ew dide gotinê.
    Wekî:
    – Mihra RA … teve Mihra dimeşa û diça mîna heval û dost, ne wekî kole û azep yê rengî îslamî, lê mîna ling bi ling teve Mihra wekî dost û heval.
    – Aguhra RA .. teve Aguhr dimeşa û digera wekî dost û heval

    Ew alav amûra hevpariyê û dostaniyê (the accompanying article), ew bi du rengan țê holê rê-zimanî (re, ra)
    – gava ew karî hevparî û dostaniyê li dem û wextê niha û pê va be, em rengî ( re ) bi kar dihînin.
    – û heger ew karî hevparî û dostaniyê di dem û wextê berê û borî da be, em rengî ( ra ) bi kar dihînin.

    Re (niha û paşerojê) … Ra (berê)

    Û ew jî mîna malbatên jêrîn țên bi kar hanîn:
    – di ..[nav/bernav].. de/da
    – ji ..[nav/rengdêr].. ve/va
    – bi ..[nav].. re/ra *
    – di ..[rengdêr/berķer].. re/ra
    – ji ..[nav/bernav].. re/ra

    * P. S.
    – Bi Rêzên ra dimeşiya ..
    Li hinek devokan țê sivikkirin bi avêstina alav û amûrê (bi) ji serî gotinê. Û ew dibe:
    – Rêzên ra dimeşiya

    Lê hel-bet ew navî (Rêzan/Rêzên) qet nabe (Rêzan-ra/Rêzênra) wekî yek peyv û wûte.
    Û wesan jî ew nivîdandina (rexnê-ra) çewt e, û yê rast ev e (rexnê ra)

    – û va (30) sî salin … (şaş)
    – û va (30) sî sal in ..(rast)

    Ji ber ku, di rê-zimanê kurdî da, ew ve-ķerê alîkariyê “Bûn” (the axillary verb “to Be”):
    – Bûn (im/me, î/yî, e/ye, in/ne)
    – to Be (am, are, is, are)

    – Gava ew [Bûn] teve (Nav û Rengdêran) were, ew cihê xwe bi serbestî distîne, û bi wan van nazeliqe û nakeve, wekî:
    • Sal (ev nav e) … sal e, sal in
    • Zer (ev reng e) … zer e, zer in
    • Kurd (ev nav e) … Kurd im, Kurd î, Kurd e, Kurd in
    • kurdî (ev rengdêr e, [-î]) … kurdî me, kurdî yî, kurdî ye, kurdî ne
    … hwd

    – Gava ew [Bûn] teve (ve-ķer/intransitive verb, lê-ķer/transitive verb) were
    • Bez (jêderî ve-ķer/the infinitive intransitive verb) …
    beza, bezî
    di-bez-im, di-bez-î, di-bez-e, di-bez-in … hwd
    • Bezîn (jêderî lê-ķer/the infinitive transitive verb)
    bezand, bezandî
    di-bezîn-im, di-bezîn-î, di-bezîn-e, di-bezîn-in … hwd

    Ev yek, tune ye û nîne, li nav nivîsandina zimanê kurdî bi tîpên erebî, û ne jî bi zimanê turkî, wûşmê û ji ber wê va, gava ew kesên ji nav nivîsa tîpên erebî û yê turkî țên nav nivîsa kurdî bi tîpên latînî, ewina pir wûte û peyv û gotinan bi hev va dixin û dizelqînin, û nizanin li kî derê ve-qetînin û li kî derê bizeliqînin, û țêwer dibin li nav rengî şaş û çewt ji nivîsandinê kurdî.

    Ohmîd û hêvî dikim ku tu jî ne ji wan kesan bî .. !
    Ji ber du-barekirina van çewtekên nivîskî yên bi çûk li nav nivîs û gotarên te da. Tevî ku berê jî min bala țe kişand ser vê yekê, û țe bersivand:
    Ew çewtikên çapemendî ne, ji ber ez bi lez dinivîsînim, û him jî pir caran gava ez li nivîsandinê ve-digerim, hinek bîr û ramanên din jî di bera der-dikevin, û pir caran jî ez ji nû va diguhêrînim.

    Lê bira Beyar dilcan, xuya dibe ku çirok ne weha ye, ha ! … hhhh

    – Behwer ķin / bawer ķin … (durust)
    – Behwerķin / bawerķin … (çewt)

    Di rê-zimanê kurdî da, du ve-ķerên alîkariyê sereke hen, ew jî ev in (ķer /ķir: to work, to act, bi fransî: faire) û (deh /dih: to do, to give)
    • Ķir (rengî jêder /infinitive form, ku li hinek deran bi rengî “ķirin, ķirdin, ķerden” der-bas dibe).
    • Deh (rengî jêder/infinitive form, ku li hinek deran bi rengî “da, dandin, dayîn” der-bas dibe).

    Ew rêdar û qanûnê rê-zimanê kurdî, ev e:

    Yekem
    (Navî Kar) + (Ķir) = Lê-ķerî Hevbende
    (Name of Act) + (kir) = transitive compound verb

    Duyem
    (Navî Kar) + (Deh) = Ve-ķerî Hevbend
    (Name of Act) + (Deh) = intransitive compound verb

    Bi vê pîvanê, ew (bawer dike) û (bawer dide), nivîsên durust in.
    Û ew (bawerdike) û (bawerdide), nivîsên çewt in.

    – Behwerkirin .. (navî kar e)
    Behwerkirin tiştek e, û dîn tiştek din e
    – Behwer kirin .. (lê-ķerî hevbend e)
    Wan behwer kirin bi ellahî dînan û bê-hişan

    ▪Balê xwe pê de ew cûdahî navber (behwerkirin) yek peyv, û (behwer kirin) du peyv … !

    Wesan jî:
    Çêkirin (navî kar) … Çê kirin (lê-ker: wan çê kirin)
    Azadkirin (navî kar) … Azad kirin (lê-ķer: wan azad kirin)

    – mîrên Bedirxaniyan … (nî-sana piranî)
    – tu-car wan rojnameya Kurdistan da-nedimezrandin … (nî-sana piranî ji Bedirxaniyan ra)
    – (ji miriyan bêtir in .. (bêtir: rengdêr e
    – partiyên sexte peran ji kur țînin

    Û di der-barê mijarê gotarê te da, hel-bet 100 % ez dengî xwe teve dengî te dikim, ji alîkî va bi pîrozbahiya Roşana Rojnameya Kurdî, yê ku (126) saliya xwe der-bas kiriye, û ji alîkî din va, bi rewşa xerap û paş-ketî ji rojnameya kurdî ra bi giştî.

    Bimihîne di xweşbariyê da, bira Beyar can.

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *